AMED - Egîtîm Bîr Sen der barê namzetên ku dê têkevin mulaqatê dosyeya deqkirinê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Neteweyî ya Hezroyê re şandibû. Hevserokê Şaxa 2'yemîn a Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Recep Şimşek der barê vê rewşê de bertek nîşan da û got: "Li Tirkiyeyê êdî sendîka tayînan dikin."
Egîtîm Bîr Sen'ê der barê kesên ku dê ji bo gerînendetiya dibistanê têkevin mulaqatê dosyeya fîşkirinê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Hezroyê re şandiye. Egîtîm Sen'ê vê dosyeyê derxist holê. Di dosyeyê de agahiyên wek; divê namzet çend puanî bistînin, nêrînên der barê namzetan de û hwd. cih digirin. Di dosyeyê de li cem navan gotinên wiha hatine nivîsandin: "Zaf jêhatî ye, bi kêrî me tê, gelek endaman ji bo me tîne", "Endamekî me yê berê ye, mudawîmê Weqfa Hz. Silêman e".
Hevserokê Şaxa 2'yemîn a Egîtîm-Sen'ê ya Amedê Recep Şimşek, diyar kir ku ev saleke îktîdara siyasî zaf li dor Egîtîm Bîr Sen'ê ye û bi vî awayî sendîkaya xwe çêdike. Şîmşek, anî ziman ku divê baş bê lêkolînkirin ku çawa çêdibe ku Egîtîm Bîr Sen di demeke wisa kurt de ewqas endaman berhev dike. Şîmşek got ku ji bo endaman qezenc bike Egîtîm Bîr Sen rêvebertiyê wead dike.
Şîmşek, bi bîr xist ku çend roj berê di mulaqata cîgirê gerînendetiyê de notên kêm dane Egîtîm Senê û wiha axivî: "Li gor agahiyên ku ji me re hatin, hemû endamên Egîtîm Bîr Sen'ê notên zêde wergirtine û mulaqat derbas kirine. Ev tê vê wateyê; dê li hemû dibistanan endamên Egîtîm Bîr Sen'ê bibin rêveber."
'ENDAMÊN XWE JÎ XIRAB DIKIN'
Şîmşek, diyar kir ku Egîtîm Bîr Sen dosyeya fîşkirinê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Hezroyê re şandiye û wiha domand: "Ji bo endamên ku ji Egîtîm Sen'ê îstifa kirine û derbasî Egîtîm Bîr Sen'ê bûne gotine 'dibe ku fikrê wî xirab be'. Pêşî em dixwazin vê pirsê ji rêveberên Egîtîm Bîr Sen'ê re bibêjin; fikrê Egîtîm Sen'ê çî ye ku hûn xirab dibînin? Hela pêşî hûn xwe ji bo me îfade bikin bê ka hûn çi ne?"
'DIVÊ DEMILDEST DEV JI VAN RÊBAZAN BERDIN'
Şimşek, anî ziman ku wan tu carî ji bo endam û rêveberên sendîkayê tabîra 'fikrê wî/ê xirab e' bi kar neaniye û wiha got: "Ev qada têkoşînê ye. Her kes têdikoşe. Divê tu kes rêveberiyê weadî endamên xwe neke. Ev ne rêbazeke rast e. Divê Egîtîm Bîr Sen demildest dev ji vê rêbazê berde."
'SENDÎKA TAYÎNÊ DIKIN'
Şimşek, dest nîşan kir ku ya tê kirin pirsgirêkeke mezin e û wiha axivî: "Dê ev tesîrê li xwendekar, welî û mamoste bike. Dê liyaqatê ji holê rabike. Çawa çêdibe ku sendîkayek biryara ku dê kî tayînî saziyeke dewletê bike dide? Lê îro rewş ew e ku li Tirkiyeyê êdî sendîka tayînan dikin."