AMED - Li navçeya Pasûrê di avahiya kursa Qurê ya Karaagaç a girêdayî Muftîtîya Pasûrê de di 2015'an de şewat derketibû û 6 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dabû. Dozger îdîaname amade kir û diyar kir ku avahî jî û ceyran jî qaçax e. Lê tu qisûr di muftî û Serokê Karê Diyanetê de nedît.
Di 1'ê Kanûna 2015'an de li gundê Benîm ê navçeya Pasûrê di avahiya Kursa Quranê ya giredayî Muftîtiya Pasûrê de şewat derket û di şewatê de 6 zarokan jiyana xwe ji dest da. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê bûyerê de doz vekir û îdîaname tamem kir. Dozger îdîaname temam kir û pêşkexî 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger di îdîanameya ku ji 6 rûpelan pêk tê, diyar kir ku rûhsata avahiyê tune û ceyran qaçax e. Dozger der barê hîndekarê kursa Quranê Faruk Işik û Keyayê Gundê Benim Ozcan Ceylan de bi îdîaya “erka xwe xerab pêk anîye" û “Bi zanebûn rê li pêş kuştina gelek mirovan vekiriye" ji 3 salan heta 18 salan der barê her kesekî de cezayê girtîgehê xwest û doz vekir. Dozger der barê heyeta ku ligel keyayê gund kursa Quranê ava kir Abdullah Cengiz, Hanîfî Dizmen, Hiyasettin Bartar û Sebahattin Çankaya de jî ji sucdariya "Bi zanebûn rê li pêş kuştina gelek mirovan vekiriye" ji bo her kesekî ji 2 salan heta 15’an cezayê girtîgehê xwest. Dozger di îdîanameyê de diyar kir ku di beşa razanê ya girêdayî kursa Quranê de ji ber amûra germkirinê arîze daye şewat derketiye û 6 xwendekar ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane.
Di rapora yekîneyên agirkujê ya ku hat şewat vemirand de jî hat diyar kirin ku ji şewat ji ber amûra ceyranê ku odeyê germ dike pêk hatiye. Di lêkolînê de hat diyar kirin ku kursa Quranê cihekî fermî yê girêdayî Muftîtiya Pasûrê ye. Dozger diyar kir ku di 25'ê Cotmeha 2011'an de li gorî hêjmara 1534'an a kursa quranê dest bi xebatê kiriye û bi destûra Midûrê Giştî yê Perwerdehiyê ya Wezareta Karê Dîyanetê di serdema hîndekariyê ya 2011-2012'an de dest bi xizmeta perwerdehiyê kiriye. Dozger destnîşan kir ku li gel wekî Kursa Quranê hatiye vekirin jî xwendekar bi şevê jî lê radizên û wekî cihê razanê jî xizmet dîtiye. Dozger da zanîn ku Faruk Işik hem xwendekarê kursê ye û hem dersê dide xwendekaran û Abdullah Taş jî perwerde daye xwendekaran.
Dozger anî ziman ku xwendekar Cihan Işık, Zeki Işık, Abdullah Tekin, Mahsum Bayka, Abdullah Taş û Mehmet Mensur Bayka jî di bûyerê de birîndar bûne û der barê buyerê de glî nekirine. Dîsa bavê kuştiyan jî di îfadeya cendirmeyan de diyar kirine ku der barê tu kesî de glî nakin.
Di rapora zanayan de jî hat diyar kirin ku şewat ji ber cihaza ceyranê ya hundir germ dike derketiye û Faruk Işık berpirsiyarê vê şewatê ye. Heyeta zana anî ziman ku berpirsiyariya heyeta ku avahî ava kiriye de tune ye. Dîsa di raporê de anîn ziman ku tu qisûra Muftiyê Pasûrê û personel Abdullah Taş di şewate te tune ye.
Berpirsê hînkirina qurane Faruk Işik jî di îfadeya xwe de diyar kir ku ruhsata avahiyê tune û ceyran qaçax e û tu fatureyen ceyranê nehatine.
Keyayê Gund Ozcan Ceylan jî di îfadeya xwe de diyar kir ku avahî bi biryara heyeta gund ve hatiye avakirin û ew ne berpirsiyarê avakirina avahiyê ye. Keya Ceylan, anî ziman ku pişti heyeta gund serî li Muftiya Pasûrê da destûr hat dayîn û bi awayekî fermî dest bi kursa quranê kir. Keya dazanînku bi destûr û erêkirina Mufteyê bajar ê Wezareta Karên Diyanetê dest bi kar kiriye û xizmeta perwerdehiyê daye.
Endamê heyeta gund a Keya Sebahattin Çetinkaya jî ani ziman ku pişti rayedarên muftîtiyê avahî kontrol kirin, xistine bin kontrola xwe û berpirisyari ya miftîtiyê ye.
Dozger herî dawî îdîa kir ku di kuştina 6 zarokan de Faruk Işik berpirsiyar e. Lê balkêş e, dozger der barê Serokê Karê Diyanetê û Muftîtiya Pasûrê ya destûr dane avahiyê û perwerdehiya kura quranê de tu sucdarî nekir. Doz dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
Denîz Tekîn - dihaber