Zarokên bi kurdî stran gotin hatin binçavkirin

WAN - 2 zarokên li Kolana Cuhmuriyetê li ber erbaneyê bi kurdî stran gotin hatin binçavkirin.

2 zarokên ku temenên wan di navbera 12-13 salan de li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê li be rerbaneyê stran gotin hatin binçavkirin. Polîsan zarokan li wesayîtê siwar kir û bir. Her wiha polîsan dest danî ser pereyên zarokan ên qezenc kiribûn jî.

Welatiyên li kolanê zarok guhdar dikirin jî bertek nîşanî polîsan dan. Nehat zanîn ku zarok birine kuderê.