Rewşa zarokê di êrîşa leşkeran de birîndar bû baş e

WAN – Zaroka 12 salî Esmanur Şenguller a piştî êrîşa li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Elkê şer derket û birîndar bû piştî li nexweşxaneyê derman bû, niha rewşa wê baş e û şandin malê.

Di 15'ê Tebaxê de li navçeya Elkê li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Elkê êrîş pêk hatibû. Di êrîşê de pevçûn derketibû. Piştî pevçûnê zaroka 12 salî Esmanur Şenguler, birîndar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya herêmê kiribûn. Piştî Şenguller 2 caran emeliyat bû, ew tabûrcû kirin û şandin malê. Hat diyar kirin ku rewşa Şenguller ber bi başiyê ve diçe.