ENQERE – Parêzerê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça Engîn Gokoglu diyar kir ku dê berxwedana wan bi birçîbûnê biparêze û dest bi greva birçîbûnê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 168’an de didome. Parêzerê Gulmen û Semîh Engîn Gokoglu diyar kir ku dê ji îro û pê de dest bi greva birçîbûnê bike. Gokoglu bi hempişeya xwe Ayşegul Çagatay re li Buroya Hiqûqê civîna çapameniyê li dar xist û diyar kir ku dê ji îro de dest bi greva birçîbûnê bike. Gokoglu da zanîn ku îro biryarek girtiye û wiha axivî: “Ez ê jî bibim hevparê birçîbûna wan. Ji îro û pê de ez ê ligel berxwedan wan cih bigrim. Min îro xwest ez bi heyeta dadgehê re hevdîtin bikim. Ji ber ku roja dadgeha Nuriye û Semîh nêz dibin me xwest daxwaza xwe ya tehliyê pêşkêş bikin û derbarê vê mijarê hevdîtin pêk bînin. Lê me heyeta dadgehê li cihê wê nedît. Êdî em dizanîn hewldanên hiqûqî, daxazname û serîlêdan tenê têrê nake. Ji ber vê me xwest bi vê çalakiya, ji wan re bêjin em gel wen e. Ez bi wan re tevli gelek çalakiyan bûm. Ezê niha berxwedana wan bi birçîbûna biparêzim.”
Gokoglu dest nîşan kir ku berxwedan mafekê herî bingehîn e û wiha bi dawî kir: “Ez ê 30 rojan li gel Esra Ozakça bikevim greva birçîbûnê.”