ENQERE - Wezirê Parastinê yê DYA'yê James Mattis, bi rapora der barê PYD'ê de hat Enqereyê.
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê James Mattis, ji bo ziyareta rojane hat Enqereyê. Wezîrê Parastinê Nurettin Canikli, li Balafirgeha Esenboga wezîr Mattîs pêşwazî kir. Tê payin ku Mattis bi Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re jî hevdîtin bike. Tê zanîn ku di dosyaya Mattis a hevdîtinê de rapora der barê Bakurê Sûriye û PYD'ê heye.