Dosyaya Bîlgen şandin Enqereyê

AMED - Dosyaya Berdevkê HDP'ê û paralementerê Qersê Ayhan Bîlgen a heta 25 salan der barê wî de ceza tê xwestin şandin Enqereyê.

Dosyaya Berdevkê HDP'ê û paralementerê Qersê Ayhan Bîlgen ê di 31'ê cileyê de hat girtin a ji 11 salan heta 25 salan der barê wî de ceza tê xwestin şandin Enqereyê. 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya îdianameya Bîlgen qebûl kirin bi bîr xist ku Bîlgen li Enqereyê hatiye binçavkirin "sûcên" wekî "endamtiya rêxistinê" "ji bo sûc bi aşkera texrîkirin" li Enqereyê hatine kirin û ji ber vê yekê jî biryara bêpayebûnê da û şand Enqereyê. Dadgehê dosya ji Dadgeha Cezaya Cezaya Giran a Nobedar a Enqereyê re şand.