Ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dê serî li DMME’yê bidin

ENQERE - Heyetek ku ji parlamenterên HDP’ê pêk tê, derbarê girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de dê serî li DMME’yê bidin.

Heteyek ku ji parlamenterên HDP’ê pêk tê, derbarê rewşa girtina Hevserokên Giştî yên DHP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nidin. Heyeta ku ji Cigirê Hevserokê Giştî Saruhan Oluç, Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, parlamenter Mîthat Sîncar, Ertugrul Kurkçu û Osman Baydemîr û parêzer Reyhan Yalçındag pêk tê dê du rojan li Ewropayê hevdîtinan pêk bînin.

Heyet sibê piştî bi saeta herêmî di 10.30’an de serlêdan kir dê li ber DMME’yê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.