ENQERE - Heyeta ku ji parlamenterên HDP'ê pêk tê ji bo Hevserokên Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş serî li DMME'yê dan.
Serokvekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Ertugrul Kurkçu, Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, Nûnerê HDP'ê yê Starasbogurgê Faîk Yagizay û parêzer Reyhan Yalçindag ji bo rewşa girtîbûnê ya Hevserokên Giştî yê HDP'ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.
Di serlêdanê de hat gotin ku ji ber ku Dadgeha Qanûna Esasî lêkolînek nekiriye mecbûr mane serî yi DMME'yê bidin. Di serlêdanê de hat gotin ku bi taybetî di pêvajoya referandûmê de bi girtî darizandina hevserokan li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, mafên azadî, ewlehî, azadiya îfadekirinê û mafê hilbijartinê hatine binpêkirin.
Di serlêdanê de qala pêkûtiyên li ser HDP'ê jî hat kirin û hat gotin ku di 2014'an de 22, di 2015'an de beriya hilbijartinan 106, di 2016'an de 36 êrîş li dijî avahiyên HDP'ê pêk hatiye piştî 22'ê tîrmeha 2015'an heta niha jî di operasyonên li dijî hevparên HDP û DBP'ê de 9 hezar û 796 kes hatine binçavkirin û ji wan 2 hezar û 906 ke hatine binçavkirin.
Heyeta HDP'ê di serlêdanê de got ku ji tîrmeha 2016'an heta niha Hevserokên Giştê yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 12 parlamenter jî hene 5 hezar û 471 kes hatin binçavkirin ji wan hezar û 482 kes hatin girtin.