Ahmet Turk piştî demek dirêj li Meclîsê ye

ENQERE - Parlamenterê nHDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ku di civîna heftane ya partiya xwe de dest bi axaftinê kir, ji ber Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê gotin ji siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê ku nû hatiye berdan re hişt.

Civîna heftana ya koma HDP’ê destpê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji ber Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê piştî axaftinê gotin ji siyasetmedarê kurd Ahmet Turk re hişt.

AHMET TURK LI MECLÎSÊ

Rêxistinên Mugla û Aydinê yên HDP’ê, akademîsyenên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê yên hatine îxrackirin û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk e ku beriya demekê hatiye berdan tevlî civînê bûn. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim ku axaftina vekirinê kir, ji ber 21’ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê axaftina vekirinê bi kurdî kir û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê dayîkê

Yildirim, diyar kir ku bi pêvajoya OHAL’ê re televizyon, kanal, rojnameyên kurdî, KURDÎ-DER û enstîtuya kurdî hatine girtin.

Piştre Sirri Sureyya Onder mafê axaftinê girt, bi kurdî xêrhatina mevanan kir. Onder, diyar kir ku li dibistana Amadeyî ya Îmam Hatîpê ya Aydinê ji ber xwendekaran bi kurdî stran gotine rastî lêpirsînê hatine û ji kesên bi zimanê xwe stranan dibêjin re girtîgehê nîşan dikin.

Onder ku xwendekar silav kirin wiha got: “Kekê Ahmet di nava me de ye. Dîroka kekê Ahmet dîroka demokrasiyê ye. Dîroka wî dîroka daxwazên aştî û azadiyê yên gelê kürde. Ez ji bo di vê rojê de hinek tiştan bi we re parve bike kekê Ahmet dawetî vir dikim.”

Ahmet Turk piştî demek dirêj carek dikin ji kursiya Meclîsê bang kir û wiha got:

“Ez hêvî dikim ku hemû zimanên cîhanê bigihijin azadiya xwe û em bikaribin bi rihetî vê rojê pîroz bikin. Îro hevserokên me yên giştî di girtîgehê de ne. Em ji vir hezkirin û rêzdariyên xweji wan re dişinin. Em ev tişt gelek jian di salanê 80’î û 94’an de. Em dizanin ku polîtîkayên şîdetê nikare kesên azadiyê dixwazin bêdeng bike. Me her tima bawer kir pirsgirêk dikarin di bingeha demokrasî û bi nîqaşan tên çareserkirin. Em vê baweriya xwe ligel hemû nerêtiyan jî diparêzin. Cihê hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartina nava gele û xizmeta gel kirine. Ez bawer dikim ger em bi vê bingehê nîqaşan bimeşînin em ê bikaribin pirsgirêkan çareser bikin.

‘HETA KURD AZAD NEBIN ROJHILATA NAVÎN AZAD NABE’

Li vê erdnîgariyê kurd ji bo demokrasî û pêşerojek azad têdikoşin. Heta kurd azad nebin Rojhilata Navîn azad nabe. Lê em vê jî baş dizanin ku; zîniyeteke ku kurdan wekî talukeyekê dibîne heye. Sedemên êşên ku em îro dikişinin eve, ji ber ku kurd xwedî zanistê ku dikarin pêşerojek demokratîk ava bikinin. Ji ber wê îro kurd di hedefê de ne. Em dikarin bi nîqaşên di bingehîn rast, çareserî ji pirsgirêkan re bibînin, aştiyê bînin herêmê û pêşeroja xwe ava bikin.

Şert û merc çi dibin bila bibin, ji bilî diyalog û aştiyê tu riyên din tune ne. Bi polîtîkayê şîdetê dixwazin gel bêdeng bikin, îro gele akademîsyen li virin û ji ber xwedî wijdanan hatine îxrackirin. Em dizanin ku tene riyek heye ew jî aştiye. Ger em pêşerojek demokratîk dixwazin, em bi hevre ji bo aşitiyê denge xwe bilin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Civîna komê bi nirxandinên Onder didome.