Sakik: Ji bo çareseriyê divê yê bêdeng bi axivin

ENQERE - Parlamenterê DBP’ê yê berê û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik destnîşan kir ku, polîtîkayên tasviyeyê yên siyaseta kurd berê rastî wan hat wek “dubarekirina ezberê” nirxand û wiha got: “Jiyanê nîşan da ku girtin ne çareseriye, ji bo rizgarkirina ji behra xwînê divê yên bêdeng biaxivin.”

Operasyonên bi awayekî berfireh li dijî Partiya Demokratîk a Felan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tên, nîşan dide ku siyaseta kurd careke din rastî wan polîtîkayên tasfiyeyê yên berê jî hatibûn cerbandin tê.

SIYASETMEDARÊN HATIN HILBIJARTIN DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Li gel hevserokên giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, 10 parlementer, Hevseroka GIştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel û 36 hevşaredarên DBP’î girtî ne. Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de DBP’ya ku 3 jê şaredariyên bajarê mezin bi giştî 106 şaredarî bi dest xistin, ji van şaredariyan 34 heb rastî tayînkirina qeyûman hatin. Li gor daneyên Navenda Giştî ya DBP’ê di sala dawî de tenê 2 hezar û 600 rêveber û endamên DBP’î hatine girtin. Li gor daneyên Maseya Enformasyonê yên DBP’ê di meha dawî de, hejmara kesên binçavkirî ji duh ve hezar derbas kirin.

Navnîşana girtin û binçavkirinan a dawî jî Mêrdîn bû. Tevî Ahmet Turk ê ku di 2014’an de wek hevşaredar hat hilbijartin û wek “Çinara siyaseta kurd” tê bibîranîn, 30 kes hatin binçavkirin. Turk, berê piştî derbeya leşkerî ya 80’yî û dema parlementerê DEP’Ê bû tevî Leyla Zana, Sirri Sakik, Selîm Sadak û Orhan Dogan hatibû girtin. Herî dawî bi binçavkirina Ahmet Turk re ev dane şîroveyên “tasfiyeyê” bêtir piştrast dikin. Sirri Sakik yê hem şahidê berê yê siyaseta kurd û hem jî Ahmet Turk ji nêz ve nas dike, wateya van pêkanîna niraxnd.

LI GOR SAKIK DÎROK TEKERRUR DIKE

Sakik jî wek roja îro, di 1994’an de tevî parlementerên Partiya Demokrasiyê (DEP) Ahmet Turk, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Mahmût Alinak, Selîm Sadak, Orhan Dogan û Zubeyîr Aydar bi darê zorê ji meclîsê hatibûn derxistin û girtin. Ji wê serdemê heta niha di encama polîtîkayên tên şopandin de pirgirêka kurd, ji aliyê hemû hikûmetan ve bê bersiv hat hitlin û nehat açreserkirin.

‘WÊ HEMAN POLÎTÎKA ENCAMÊ NEGIRIN’

Sakik ê diyar kir ku, piştî salan dîrok careke din jî tekerrur kir, dest nîşan dike ku, tiştên îro tên jiyên qat bi qat yêns alê 90’î derbas kirine û dibêje, wê ev polîtîka tu carî encamê wernegirin.

‘DUBAREKRINA EZBERÊ YE’

Sakik ê ku got, “Di salên 90’î de ev pêvajo nehatibû jiyîn”, ji bo binçavkirina Ahmet Turk, tayînkirina qeyûman û girtina HDP’yiyan wiha got: “Hemû tiştên di 90’î de hatin jiyîn, dubarekirina ezberê ye.” Sakik diyar kir ku, wan her tim aniye ziman ku ev tişt ne çareserî ye û got, wan çawa duh gotiye ew ê îro jî her wisa bibêjin û bidomînin. Sakik pêvajoya çareseriyê ya 2013’an bi brî xist û dest nîşan kir ku, gavên ku wê demê hatin avêtin îro jî pêdivî bi wan heye û rêya tekane jî ew e.

Sakik, ji bo terikandina van polîtîkayan hikûmetê vexwand û got, ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin, pêdivî bi pêşnûmayekê heye.

‘JIYANÊ NÎŞAN DA KU GIRTIN NE ÇARESERÎ YE’

Sakik wiha dmand: “Jiyanê nîşanî em da ku, bi girtinan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Em her roj dibînin ku ev rê, ne rêyeke rast e. Ji bo mirov ji nû ve hin tişatn bisepîne, ev jia liyê demê ve winda kirine. Divê siyaseta demokratîk jîndar bibe, aşitî pêk bê. Ji ber vê divê demildest astengiyên li pêşberî siayseta demokratîk bên rakirin. Ya kud ivê bê kirin ev e.”

‘TEKANE HEWLDANA KEKÊ AHMET AŞITÎ BÛ’

Sakik derbarê binçavkirina hevrêyê xwe yê siyasetê Ahmet Turk de jî wiha axivî: “Kekê Ahmet ew siyasetmedar e ku di hemû jiyana xwe de ji bo aşitiyê tevgeriya. Bi nasnameya xwe yî aşitiyane tê nasîn. Ji salên 80’yî heta niha bi heman rêbazan re rû bi rû maye. Me bi hev re her tim daxwaza aşitî û demokrasiyê kir. Îro jî daxwaza Kekê Ahmet ev e, lê niha ew bi xwe di bin çavan de ye. Ji ber vê divê em ji xwe fedî bikin. Ev rê korerêyek e.”

‘YÊN BÊDENG DIMÎNIN JI BO JI DERYAYA XWÎNÊ RIZGAR BIBIN DIVÊ BIAXIVIN’

Sakik herî dawî wiha axivî: “Ji berê heta niha, di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, her çiqas îktîdar guherîbin jî, polîtîkayên sereke neguherîne. Tenê di 2013’an de ev atmosfer guherî û wê serdemê jî me wek siyaseta kurd ji aşitiyê hewl da. Lê noqteya ku em hatine, bû dubarekirina ezberê. Dide nîşandan ku îro jî di vê mijarê de, tu pêşnûmayeke cidî ya îktîdarê tune ye. Divê cîhana siyasetê rîskê wergire. Bi taybetî heke em dixxwazin çek arwestin, divê yên bêdeng biaxivin. Heke em dixwazin ji vê deryaya xwînê rizgar bibin, ne bi bêdengiyê, bi axaftinê em dikarin ji derheqê vê derkevin.”