Parlamenteriya Fîgen Yuksekdag xistin

ENQERE - Parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag der barê wê de bi hinceta ku cezaya hatiye erêkirin heye hate xistin. Biryara der barê Yuksekdag de li Meclîsê hat xwendin.

Cezeya ku ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Biryara ku hatiya dayîn li Civata Giştî ya Meclîsê ji aliyê Serokwekîla Meclîsê Ayşenur Bahçekapili ve hat xwendin û parlamenteriya Yuksekdag hat xistin.

Ji ber ku Yuksekdag beşdarî merasîmekî cenaze bûbû doz lê hatibû vekirin û cezaya 10 di mijdara 2013'an de lê hatibû birîn. Îro bi awayekî balkêş nivîsa ku ji Dadgeha Bilind hatiye erêkirin gihîşt Meclîsê. Nivîs bi îmzeya Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî ve di 8'ê Sibatê de ji Meclîsê re hat şandin.

LI MECLÎSÊ NÎQAŞ

Piştî ku biryar li Meclîsê hat xwendin, parlamenteriya Yeksekdag hat xistin û li Civata Giştî ya Meclîsê jî nîqaş derket. Piştî ku nîqaş zêde bû Serokwekîla Meclîsê Ayşenur Bahçekapili navber da rûniştinê.

'DI BIRYARÊ DE ÎMZEYA DOZGER Û DADGERÊN JI FETO'YÊ HATINE GIRTIN HEYE'

Li aliyê din Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim diyar kir ku di dosyaya Yuksekdag a ku hatiye erêkirin de îmzeyên dozger û dadgerên bi îdiaya "FETO" hatine girtin hene.

WÊNE Û AGAHIYÊN WÊ BI LEZ Û BEZ HATIN RAKIRIN

Piştî ku biryar li Meclîsê hat xwendin navber hat dayîn û wêne û agahîn Yuksekdag ên li malpera Meclîsê jî hatin rakirin.