NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim têkîldarî biryara girtinê ya ku Tirkiyeyê der barê wî de daye wiha got: "Em vî biryara girtinê cidî nagirin. Biryara sûcdarkirin û girtinê ya bêbingeh ji bo me tu qîmeta wî nîne."
Hevserokê YPD'ê Salîh Muslim têkîldarî biryara girtinê ya ku li Tirkiyeyê der barê wî de hate derxistin li paytexta Îngilistanê Londonê axivî. Muslîm di civîna ku ji aliyê saziya Centre for Kurdish Progress hat lidarxistin û moderatoriya civînê parlamentera Partiya Netewî ya Îskoçyayê (SNP) Natalie McGarry kir de axivî. Muslîm der barê biryara girtinê de wiha got: "Li Tirkiyeyê çi diqewime em hemû jî dizanin, tu bandora parlametoyê tuneye. Em vî biryara girtinê cidî nagirin. Ez welatiyê tirk nînim. Ez ji Sûriyeyê me û gelê xwe diparêzim. Ya duyemîn jî di meha sibatê de bûyera ku pêk hatibû me şermezar kiribû û gotibû tu têkîliya me bi vî bûyrê tuneye. Biryara sûcdarkirin û girtinê ya bêbingeh ji bo me tu qîmeta wî nîne. Ji bo pirsgirêk bê derxistin hatiye girtin ev diyar e lê ji bo me pirsgirêk nîne."