EDENE - Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku ji bo AK Partî ser derhuqûqiyên xwe nenixumîne ew ê bibêjin "Na" û got, ew ê bi ruhê 7'ê Hezîranê mal bi mal bigerin û çima divê "Na" bê gotin vebêjin û xwest her kes bi vî ruhî beşdarî xebatan bibe.
Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, pêvajoya referandûmê û "Na"yê nirxand. Aslan, ragihand ku di şert û mercên OHAL'ê de ber bi referandûmekê tê çûyîn û diyar kir ku Qanûna Bingehîn a nû bi awayekî demokratîk di Meclîsê re derbas nebûye. Aslan, dest nîşan kir ku di amadekirina vê Qanûna Bingehîn de bi tu awayî serî li nêrîna derdorên muxalif nehatiye dayîn û parast ku ev Qanûna Bingehîn tenê ya AK Partî û MHP'ê ye. Aslan, diyar kir ku hevserok û parlemnterên partiya sêyemîn HDP'ê girtî ne û di pêvajoyeke wisa de Qanûna Bingehîn di Meclîsê re derbas bûye û dest nîşan kir ku, ev Qanûna Bingehîn a di encama bazariyeke di navbera AK Partî Û MHP'ê de hatiye çêkirin ne rewa ye.
'DI OHAL'Ê DE ÇÛYÎNA REFERANDÛMÊ NE REWA YE'
Aslan, anî ziman ku Qanûna Bingehîn a dixwazin wê biguherînin qanûneke bingehîn a ferzkirinê ye û wiha axivî: "Di nêvenga OHAL'ê de berpêşkirina wê û çûyîna referandûmê deraqilî ye. Di nêvenga OHAL'ê de bi awayekî azad bikaranîna dengan deyne hêlekê, mirov xweşikî nikarin li kuçeyan bimeşin. Nikarin bi awayekî azad fikrên xwe îfade bikin. Di nêvengeke wisa çewsîner de, di van şertên referandûmê de bi rastî jî ne rewa ye." Aslan, diyar kir ku ji bo hesabpirsîna derhuqûqiyan, çewisandinên li ser kedkaran, îxrackirinan û girtinan divê ev referandûmê veguhere firsendekê û wiha got: "Bi çewsandinan bila qet nedin ber dilê xwe ku dê gel bitirse û neçe ser sindoqan. Dê kurd li dijî zilm, komkujî û bêedlatiya li wan hatiye kirin di 16'ê Nîsanê de 'Na'yê biqîre."
'JI BO AKP SER DERHUQÛQIYÊN XWE NENIXUMÎNE 'NA''
Aslan, got ji hilbijêrên AK Partî, MHP û HUDA-PAR'ê hin jê li dijî "Erê" ne û diyar kir ku, 18 made tenê dê bandorê li derdora "Na"yê neke, dê li pêşeroja hemû gel bike. Aslan, dest nîşan kir ku ji bo AK Partî hemû derhuqûqiyên xwe rewa bike ev Qanûna Bingehîn derxistiye û wiha got: "Ji bo AKP ser van derhuqûqiyên xwe binixumîne, em ê bibêjin 'Na'. Bi sedan mirov hatin girtin. Ji bo em ji van girtinan rawestînin em ê bibêjin 'Na'." Aslan, diyar kir ku ji ber tu dirûşmeyekî AKP a ku van 18 madeyan biparêze tune ye, bi vegotinên ku tu eleqeya wan bi referandûmê re tune ne dixwaze bîrbiriyekê çêbike û ragihand ku, hayê gel ji lîstikên AKP'ê hene û dê rêjeya dengên "Na"yê zêde bin. Aslan, diyar kir ku dê ev referandûm pêşeroja gel diyar bike û ji ber vê referandûmeke girîng e û wiha got: "Ji bo Meclîsa hatiye tasfiyekirin dubare bi rê ve biçe em ê bibêjin 'Na'. Dixwazin vîna gel bin pê bikin."
'EM Ê BI RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ BI SER KEVIN'
Aslan, dest nîşan kir ku di vê referandûmê de gotina "Na" peywireke dîrokî ye û diyar kir ku, heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê veger tune be. Aslan wiha got: "Çawa ku gel di 7'ê Hezîranê de bersivek da, dê bi heman awayî bi hilbijartina referandûmê de jî 'Na'yê biqîre." Aslan, got got ew ê bi ruhê 7'ê Hezîranê mal bi mal bigerin û çima divê "Na" bê gotin vebêjin û xwest her kes bi vî ruhî beşdarî xebatan bibe.