ENQERE- MYK a HDP'ê ji bo geşedanên dawî binirxîne bi awayekî awarte dicive.
Piştî ku parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat xistin li kulîsên HDP'ê li hemberî pêkanînê AK Partiyê dê çi bê kirin nîqaş hate destpêkirin. MYK ji bo geşedanên dawî binirxîne dê roja înê bicive.
Di civînê xistina parlamenteriya Fîgen Yuksekdag bibe mijara esasî. Bi girêdayî vê li Meclîsê nîqaşek bê kirin an na dê di vî civînê de bê rojevê. Lê piştî ku parlamenter hatin girtin nîqaşên wekî "vegere sîne-î miletê" di roeva civînê de tuneye û dê neyê nîşankirin.