NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û 5 meh cezayê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatiye birîn diyar kirin ku ev nêzîkatî fikarên wan zêde dike.
Berdevkiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), têkildarî xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û 5 meh cezayê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatiye birîn daxuyanî da. Komîsyonê anî ziman ku tedbîrên der barê 3 parlamenterên HDP'ê de û biryara Meclîsê ya destnedayîna parlamenteran fikarên wan zêde dike. YE'ê da zanîn ku ew li dijî binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê bi bertek in û Tirkiye dest ji taahhutên navneteweyî berdaye. Komîsyonê da zanîn ku YE'ê bi dehan caran fikarên xwe yên der barê nêzikatiya Tirkiye ya serdestiya hiqûqê, hurmeta li hemberî mafên mirovan û pergala demokrasiya parlamenteriyê anîne ziman. YE, destnîşan kir ku wekî Konseya Ewropa dê ji nêz ve rewş û tevgera Tirkiye bişopînin.