‘Tirkiye ji bo têkeve çavê Trump bi Îranê re dikeve pêşbirgê'

ENQERE - Pisparê têkiliyên navneteweyî Doç. Dr. Hakan Guneş, bal kişand ser rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de û diyar kir ku Tirkiye ji bo têkeve çavê Trump û beşdarî operasyona Reqqa bibe bi Îranê re dikeve nava hiqaşan û pêşbirgê.

Di rojên dawî de hiqaş û rageşiya dinavbera Tirkiye û Îranê de zêde dibe. Wezîrê Karên Hundir Mevlut Çavuşoglu, Îran sucdar kir û diyar kir ku Îran armanc dike ku Sûriye û Iraqê bike dewleta şîî. Li ser vê yekê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Kasimî jî diyar kir ku yên li dijî zagonan piştgiriyê didin rêxistinên terorîst, ji bo ser sûcê xwe bigirin serî li lîstik û aloziyan didin. Têkildarî rewş û rageşiya di navbera Tirkiye û Iranê de pisparê têkiliyên navneteweyî yê Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr Hakan Guneş, diyar kir ku Tirkiye bi armanca xwe têxe çavê Trump serî li polemîkê dide.

Guneş, diyar kir ku piştî rageşiya di navbera DYA û Îranê de zêde bû, rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê dejî zêde bû û wiha got: “Trump li dijî Îranê gotinên hişk kirin. Niha rêveberiya Tirkiye jî bi armanca têkeve çavê Trump bi Îranê re dikeve nava niqaşan. Rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de bi qasî têkiliyên Tirkiye û Rûsya ne hişk in. Herdu dewlet jî welatên pragmatist tev digerin. Rageşiya di navbera wan de zêde nabe. Tirkiye di nava rewşek zahmet de ye. Îran jî di nava rewşek zahmet de ye. Her çend ji bo berjewendiyên xwe bi hevkevin jî dîsa bi hevre tev digerin. Şensê Îran û Tirkiye ku manavra bikin tune ye. Her çend li ser Sûriye di navbera Tirkiye û Îranê de rageşî derkeve jî ev zêde nabe.
Ji ber ku hêzên sereke DYA û Sûrya ne.

Guneş, herî dawî da zanîn ku Trump ji bo Tirkiye beşdarî operasyona Raqqa bibe hêj bersîvek nedaye Tirkiye û wiha got: "Tirkiye dixwaze xwe bi Trump bide şêrînkirin. Lê operasyona Raqqa ber bi pêngavek din ve diçe. Îbrahim Kalin got ‘Rêveberiya Trump dixwaze stratejiyek nû ya DAÎŞ'ê pêş bixe. Ev jî xuya dibe ku ji bo operasyonek nû planek nû çêdikin. Ji ber ku Trump li dijî îranê gotinek hişk kir. Tirkiye jî dixwaze Trump bersîvê bide. lê Trump bersîv hêj nedaye."