STENBOL - Li gorî çavkaniyên Herêma Kurdistan a Federal, dê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mezut Barzanî roja 26'ê Sibatê yekşemê li Stenbolê Serokomar Tayyip Erdogan ziyaret bike.
Hat diyarkirin ku Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mezut Barzanî dê 26'ê Sibatê yekşemê li Stenbolê Serokomar Tayyip Erdogan ziyaret bike. Berdevk û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Serokomar Îbrahîm Kalin, têkildarî serdana Barzanî gotibû: "Gelek mijarên ku em biaxivin hene. Iraq ji bo me ji her alî ve girîng e. Di mijara aborî, ewlehiyê de girîng e û divê ev trafîk berdewam be. Di vê çarçoveyê de jî hem Barzanî û hem jî rêvebiriya Hewlêrê di mijara tekoşîna DAIŞ û PKK'ê de bi Tirkiyeyê re li noqteyekê ne."