AMED - Partiyên kurdistanî, diyar kirin ku pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a bi tevkariya AK Partî û MHP'ê hatiye amadekirin, gelê kurd nas nake û dê bi tu awayî bi kêrî kurdan neyê.
Partiyên kurdistanî, referandûma têkildarî pêşnûmaya guherandina Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê Nîsanê de dengdayîna wê bê kirin nirxandin û gotin, pêşnûmaya guherandinê bi tu awayî bi kêrî kurdan nayê.
‘EM Ê BIBÊJIN 'NA''
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) a Amedê Vasif Kahraman, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Heta ku 4 madeyên ewil ên Qanûna Bingehîn neguhere, wisa difikirim dê bi tu awayî bi kêrî gelê kurd û demokrasiya Tirkiyeyê neyê." Kahraman, diyar kir ku li welat 25 milyon kurd dijîn, lê di pêşnûmaya guherandinê de bi tu awayî behsa gelê kurd nehatiye kirin û wiha got: "Wek li vî welatî gelê kurd tune be, tevgerînek heye. Em ê ji vê nêzîkatiyê re nebêjin 'Erê', em êbibêjin 'Na'." Kahraman, rexne kir ku divê di destpêka pêvajoya referandûmê de hemû partiyên kurdistanî bihatanan gel hev û biryareke hevpar bidanan û wiha got: "Dîsa jî li dijî pergaleke ku kurdan nasnake, diyar e ku em di heman kulvarê de ne."
‘DIVÊ KURD JI VÊ GUHERANDINÊ RE NEBÊJIN 'ERÊ''
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, diyar kir ku guherandina bi tevakriya AK Partî û MHP'ê hatiye amadekirin dê bi tu awayî bi kêrî kurdan neyê û wiha got: "Dê ev tekariya AK Partî û MHP'ya nîjadperest û dijminê kurda bi tu awyaî bi kêrî gelê kurd neyê. Dê tu piştevaniya vê guherandinê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û ne jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê tune be. Ji ber vê jî divê teqez 'Erê' neyê gotin."
Tek, diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a sivîl, pirrengî û pirzimanî heye û wiha axivî: "Guherîna hat kirin diviya li gel demokrasiyê, çareseriya pirsgirêka kurd jî bi xwe re bianiyana. Diviya bi anîna aştî û demokrasiyê, rê li ber milîtarîzmê jî bixitimanadan. Lê ev guherîn ji tiştên em behs dikin pir dûr e."
Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş jî diyar kir ku, çand, ziman û xaka gelê kurd bi sedan sal e ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatine xespkirin û wiha got: "Ji ber vê her cure Qanûna Bingehîn û guherandin, ne bawerim dê ji bo gelê kurd tu wateyekê wê hebe." Kardaş, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji 1921'ê heta 12'ê Îlonê hemû qanûnên bingehîn, bi tu awayî bi kêrî gelê kurd nehatine û wiha got: "Me dixwest Tirkiye li gor rewşa cîhana nû, di çarçoveya normên demokrasî û huqûqa navnetewî qanûneke bingehîn a ku dê gelê kurd û gelên Kuridstanê di nav xwe de bihebandana çêbikirina." Kardaş, diyar kir ku gelek partiyên siyasî û derdor bi salane ji bo guherandina Qanûna Bingehîn a heyî gelek çalakî li dar xistine, lê belê ji bo guherandinê serî li tu kesî nehatiye dayîn û wiha axivî: "Heke şêwir û mişêwirek hebûna, tevgerîneke bi hev re hebûna, her çi qas ji bo gelê kurd tiştek tê de tunebûna jî, belkî guherandineke maqûl derketana holê."