HDP’ê Osman Baydemir wekî berdevk hilbijart

ENQERE - Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, piştî Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen hat girtin, li şûna wî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir hilbijart.

Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di saetên serê sibê de li navenda giştî civîn pêk anî. Di civînê de mijarên referandumê û xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat niqaşkirin. Di civînê de ji ber parlamenter hatin girtin li şûna wan ji nûve karbeşî û peywirdarkirin hat plankirin. Lijneya HDP'ê li şûna Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen ê di 31'ê Çile de hat girtin Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr wekî berdevkê HDP'ê peywirdar kir.