EDENE - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku armanca xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ewe ku HDP'ê ji siyasetê dûr bixin. Gurkan, anî ziman ku ji bo 'Erê' ji sindoqan derkeve AK Partî serî li her cure hîlekarî û êrîşan dide.
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, pêvajoya referandûmê nirxand û got, her diçe çewisandin û êrîşên li ser derdorên muxalif zêde dibin. Gurkan, diyar kir ku xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê, li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş birîna cezayê girtîgehê û dubare girtina Parlementerê HDP'ê İdris Baluken tê wateya ku di pêvajoya referandûmê de HDP derî siyasetê tê kirin. Gurkan, got AK Partî û Serokomar Erdogan her roj behsa vîna milî dikin, lê belê vîna gelê kurd qet nahesibînin.
'JI BO ME TU WATEYEKE VÊ BIRYARÊ TUNE YE'
Gurkan, anî ziman ku xistina parlementeriya Yuksekdagê ne biryareke huqûqî ye, biryareke siyasî ye û diyar kir ku, sepandina biryara daraza tercîheke polîtîk e. Gurkan, diyar kir ku ev biryar biryareke siyasî ye û ji bo di pêvajoya referandûmê de HDP'ê derî siyasetê bê kirin ev biryara ji aliyê AK Partiyê ve hatiye dayîn. Gurkan, diyar kir ku xistina parlementeriya Yuksekdagê ji b wan nayê tu wateyekê û got, bi vê biryarê vîna gel tune hatiye hesibandin û ji ber vê ew vê biryarê nas nakin. Gurkan, dest nîşan kir ku dadwer û dozger dadgeha Yuksekdagê lê tê darizandin ji ber "FETO"yê hatine girtin û wiha axivî: "Nakokiyeke bi vî awayî jî, bi awayekî aşkere nîşan dide ku tu hikmekî vê biryarê tune ye. Ne tenê ji ber girtina dadwer û dozger, ji ber ev biryar biryareke polîtîk e, ji bo me tu wateyeke wê tune ye."
Gurkan wiha domand: "Li hemberî çewisandinan ji dêvla sertewandinê û teslîmbûnê, em ê bitêkoşin. Em ê her demokrasiyê biparêzin."
'HILBIJÊRÊN AKP JI BO GOTINA 'ERÊ' BI TEREDUT IN'
Gurkan, got piraniya hilbijêrên AK Partî û MHP'ê bi teredut in û wiha domand: "Her çi qas AKP'ê bi awayekî bîrdozî û polîtîk bibînin û deng bidin jî, lê li di warê rêveberiya yekzilamî û yekpartiyê de bi teredut in. Di vê referandûmê de sedemên 'Na'yê gelek in û hemû sedemên rewa ne. Ji ber van sedemên rewa, kesên xebatên 'Na'yê bi rê ve dibin diçewisîne."
'JI BO ÎKTÎDARA WAN JI DEST NEÇE DÊ SERÎ LI HER CURE ÊRÎŞAN BIDIN'
Gurkan, anî ziman ku ji bo di sindoqan de dengê "Erê" derkeve AK Partî serî li her cure hîlekarî û êrîşan dide û anî ziman ku, heke hewldanên bi vî awayî çênebin, dê di sindoqan de dengê "Na"yê xurt be. Gurkan wiha axivî: "Ji bo hikûmetê sedema derketina 'Erê' ew e ku, dê ser hemû sûcên îktîdarê yên heta niha bê nixumandin. Ji bo îktîdara xwe winda nekein, dê serdemên pêş de serî li her cure şidet û çewisandinan bidin. Em bang li hemû gel dikin, da di vî warî de bi hetsiyar bin, destûra tu rageşiyê nedin û pêvajoya referandûmê bi rêxistin bikin."