ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim daxuyaniyên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî ku dê îro bê Tirkiyeyê ya ji bo serbest berdana parlamenterên HDP’ê nirxand û diyar kir ku ew heman bangawaziyê dixwazin di daxuyaniya hevpar a bi rayedarên Tirkiyeyê de jî bibîhîzin.
Tê payîn ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî îro bê Tirkiyeyê. Beriya ziyareta civîna AKP’ê ya ji bo nasindan referandumê, gotinên Barzanî yên ku pesnên Serokomar Tayîp Erdogan dide bal kişand ser xwe.
ÎTÎRAZA BARZANÎ YA JI BO GIRTINA HDP’IYAN
Barzanî beriya ziyareta xwe di daxuyaniya dayî de got ku divê hevserokên giştî û parlmaneterên HDP’ê bên berdan. HDP’ê bersiv da Barzanî.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew daxuyaniya ji bo berdana hevserok û parlamenterên girîng û binirx dibinin û wiha got: “Ji bo em bizanin ku ev daxuyanî beriya refernadumê ji bo dile kurdan xweş bikin û lîstîkek nîne divê dema Barzanî hat vir heman helwestê nîşan bide û divê nîşan bide ku vê rewşê qebûl nake.”
‘GER NE PIŞTGIRÎ BE TESADUFEK XIRABE’
Yildirim, bal kişand ser dema ziyareta ku dibe sedema nîqaşan û wiha pêde çû: “Em vê bangê girîng û binirx dibinin. Lê em li bendê ne ku Barzanî di daxuyaniya hevpar a bi serokomar û rayedarên Tirkiyeyê re dike de jî bîne ziman. Em hewldanên wî yên ji bo vê jî binirx dibinin. Li dijî hevdîtinên Barzanî yên ji bo dîplomasiyê pêk tîne tu îtîrazên me tune ne. Em ji vê memnûnin û piştgiriyê didin. Lê beriya hilbijartinên 2014’an de Birêz Barzanî hatibû Tirkiyeyê û hatina wî wekî piştgiriya ji bo Erdogan û AKP’ê hat nirxandin. Di rojek ku AKP civîna nasandina referandumê li dardixe de hatine Barzanî ger ne ji bo piştgiriyê ve tesadufek xirabe. Pêwîste bi hemû dewletan re têkiliyên dîplomatîk bide meşandin. Bi rastî em van bangên wî binirx dibinin, divê dawî li vî şerê ku tu wijdan qebûl nake tê meşandin bê.”
‘DIVÊ BI ME RE JÎ HEVDÎTIN PÊK BÎNE’
Yildirim, da xuyakirin ku ew hêvî dikin ku Barzanî bi wan re jî hevdîtinê pêk bîne û wiha axivî: “Wekî partî dema em diçin Başûrê Kurdistanê bi hemû partiyan re em hevdîtinê pêk tînin. Ger ji bo referandumê nayê, em dixwazin bi bîrbînin ku wekî partiyek bira û heval deriyê me ji bo wî vekiriye. Lê hêjî ji partiya me re daxwazek wiha ne hatiye ragihandin.”