CHP'ê rapora talankirina AKP'ê ya 15 salan amade kir

NAVENDA NÛÇEYAN - CHP'ê bi navê "Talankirina giran a AKP'ê" rapora aboriya Tirkiye ya serdema 15 salên îktîdara AKP’ê amade kir. Li gorî rapora ku di berpirsiyariya Cîgirê Giştî yê Serokê CHP'ê Çetin Osman Budak de hat amadekirin, di 15 salan de îtalata malên derve ji hilberîna Tirkiye 10 qat zêdeyî 52 salên dawî zêde bû.

CHP'ê di berpirsiyariya Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Çetin Osman Budak de rapora aboriya 15 salan a di serdema îktîdara AKP'ê de amade kir.
CHP'ê bi ser navê "Faturaya 15 salan-Tahrîbata Giran a AKP’ê" pêşkêş kir. CHP bi raporê nîşan dide ku AKP di qada aborî de Tirkiye ji çi rewşê xistiye rewşek çawa. Li gorî nûçeya Îklim Ongel a Cumhuriyetê li Tirkiye di 7 salên dawî de 852 hezar kesan ji ber nekarîbû deynê xwe bide rastî ceza hatine û hatine girtin. Li gorî raporê deynê Tirkiye yê bankayan 70 qat zêd bû. Hatina malbatan ji sedî 50 li deynan tê xerçkirin. Di 5 salên dawî de hêjmara kesên milyoneran ji 32 hezaran derket 108 hezaran. Buhayê nan, av, ceyran, gaza xwezayî, benzîn, motorîn û tup qat bi qat zêde bû.

DEYN 3 QAT ZÊDE BÛ

Li gorî daneyên di navbera kanûna 2002’an û kanûna 2016'an de daneyên buhabûnê wiha ne:

Di kanûna 2002'an de deynê Tirkiye 242.7 milyar lira bû, di kanûna 2016'an de deynê dewletê gihişt 759.6 milyar lirayayî û 3 qat zêde bû.
Li gorî AKP’ê aboriya Tirkiye mezin bûye. Lê daneyên buhabûna alav û amûran û deynê welatiyan û Tirkiye nîşan dide ku rewşa aboriyê bêtir xera bkûye. Di kanûna 2002’an de deytê sektora taybet ê derve 43 milyar dolar bû di kanûna 2016’an de deyn gihişt 293.7 milyar dolarî. Di navbera salên 1988-2002'an de rêjeya betaliyê ji sedî 8 sêde bû 2016’da işsizlik oranı yüzde 12.1 olarak gerçekleşti.

QÎMETA MALÊ TIRKIYE LI HEMBERÎ YÊ DERVE 10 QAT KÊM BÛ

Di kanûna 2002’an ferqa qîmeta malên Tirkiye li gorî yên derve ya 52 salan 43.7 milyar dolar bû. Di serdema 15 salên AKP'e de qîmeta malên derve li gorî malên Tirkiye derket 526.3 milyar dolarî. Di 15 salan de qimeta malê biyanî li gorî malê Tirkiye li gorî 52 salên beriya AKP'ê 10 qat zêde bû. Di kanûna 2002’an de deynê derve yê 80 salan 247 milyar dolar bû. Di 15 salên AKP'ê de deynê derve gihişt 888.9 milyar dolarî.

DEYNÊ BANKAYAN 70 QAT ZÊDE BÛ

Nêviyê hatina malbatan li deynan diçe. Deynê berxwiran ê bankayan di 2002’an de 6.6 Milyar TL bû, di kanûna 2016’an de 70 qat zêde bû û gihişt 419.6 milyar TL’yî.

DEYNÊ RENÇBERAN ZÊDE BÛ

Di kanûna 2002’an de deynê rençberan ê bankê 5.1 milyar TL bû di kanûna 2016’an de 14 qat zêde bû û gihişt 73.4 milyar TL yî. Kîloyek nan 1.03 TL bû. 3.5 qat zêde bû û derket 3.89 TL'yî.

DI DEYNÊ SEKTORAN BUHURÎN LÊ DI DEYNÊ RENÇBERAN NEBORÎN

Deyn û bacên setrorên bazirganî û turîsmê jê birin û di deynê wan de borîn, lê di deynê rençberan de nebarobîn. Deynê KDV’ û OTV jêbirin, lê yê rençberan nebirin. Di 2002’an de benzîn 1.66 TL bû, motorin jî 1.30 TL bû. di kanûna 2016’an de benzîn 5.44 TL, motorin jî gihişt 4.74 TL yan.

Buhayê av, ceyran, tup û gaza xwezayi qat bi qat zêde bû. Di kanûna 2002’an de tona avê 144 krş, 1 kilovat ceyran, 16 krş bû. Di kanûna 2016’an de ev hêjmar qat bi qat zêd bû û tona avê bû 408 krş û wata ceyranê bû 42 krş. 1 metrekup gaza xwezayî 39 krş bû gihşt 110 krş. Tupê 12 kilo 21.4 TL bû gihişt 64.5 TL yan. Di 15 salan de faîza dewletê 700 milyar TL, faîza welatiyan ji bû 317 milyar TL .

TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ JI SEDÎ 1400 ZÊDE BÛ

Li Tirkiye mafê mirovan, mafê azadiya ramanê, mafê jinê û hiqûq ket bin piyan. Tirkiye di milê parastina mafên mirovan de di nava 113 welatan de di rêza 99'an de ye. Di milê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de ket rêza 151'an. Di 5 salên dawî de 600 hezar zarok ketin nava sûc. 550 hezar zarok mexdûr bûn. Îstîsmara zayendî ya zarokan ji sedî 434, tundiya li dijî jinê ji sedî 1400, berdana jin û mêr ji sedî 38, hifûş ji sedî 790, girtin û hikumxwarî ji sedî 231, tiryakî ji sedî 678, kuştina mirovan ji sedî 261, tacîza zayenî ji sedî 499 zêde bû.