ÎZMÎR - Endamê Meclîsa SYKP'ê Cavît Ugur diyar ku ew dê li Îzmirê bêjin 'Na' û wiha got: "Em dê li dijî hemû êrîş bê hiqûqî û zextan bêjin 'Na' û di 16'ê Nîsanê de bersîvê bidin.
Rêxistina Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) a Îzmirê tekildarî xebatên referandumê li avahiya Maydanoz Cafe ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anî û sedema çima bêjin 'Na' got. Di civinê de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li salona civînê pankarta "Ji Aştî, Demokrasî, Edalet, Azadî û Wekheviyê Na" vekirin. Di civînê de Endamê Meclîsa SYKP'ê Cavit Ugur, diyar kir ku ev pakêta biçe referandumê dê Tirkiye bêtir ber bi ro jên tarî ve bibe. Ugur, anî ziman ku sedema van êrîşan û zextên dawî hemû ji bo sazkirina pergala yek mirovî ye û wiha got: "Erdogan her rojê li bajarekî û cihekî merasimê vekirinan dike. Hemû sazî û dezghên medya ji serî heta binî weşana zindî didin. û Propaganda 'Erê' dikin. Yên demokrasiyê diparêzin û dibêjin 'Na' jî tên sankurkirin û rastî zextan tên. Tên girtin û binçavkirin. Li Gundê Xerabê Bava êrîş zêde dibin. Hemû êrîş li diji hiqûq û qanûnê ye. Gel dê di 16'ê Nîsane de bersîva hemû pêkanînan bide. Ji ber vê yekê divê her kes biçe ser sindoqê û dengê "Na" bikar bîne.b
KURKÇU: ENCAMA REFERANDUMÊ NA YE
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, jî anî ziman ku dê encama refandumê 'Na' ye û wiha got: "Niha her kes li cihê xwe dibêjin 'Na' Dibêjin li dijî eniya 'Erê' dibêjin 'Na' Dengê 'Na' her ku diçe belav dibe û ev yek îktîdarê ditirsîne."