ENQERE - Mesut Barzanî ku bi Serokomar Erdogan re li Stenbolê hevditin bike, tê gotin ku dê bi siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ku çend roj berê hat berdan re jî hevdîti bike.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mezut Barzanî ku dê îro li Stenbolê Serokomar Tayyip Erdogan ziyaret bike, tê gotin ku dê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku hat dûrxistin û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî ziyaret bike. Serokê Herêma Kurdistana Federal a Iraqê Mesut Barzanî li gel Erdoan dê bi Serokwezîr Binali Yildirim re jî bê cem hev. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP'ê hat girtin, hat diyar kirin ku Barzanî de bi Turk ku ji bo nexweşiya xwe çûye Stenbolê re jî hevdîtin bike.