Barzanî Erdogan ziyaret kir

STENBOL - Serokê Herêma Federal a Kurdistana Iraqê Mesut Barzani, cara 6'emîn hat Tirkiyeyê û bi Serokomar Tayyip Erdogan re hevdîtin kir.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokê Herêma Federal a Kurdistana Iraqê Mezut Barzanî ji bo hin ziyaretan pêk bîne bi balafirê hat Balafirgeha Ataturk a Stenbolê. Barzanî ji aliyê arkdarên deweltê ve hat pêşwazîkirin û piştre derbasî Koşka Mabeynd bû û bi Serokomar Tayyip Erdogan re hevditin kir. Barzanî saet di 17.00'an de ji bo hevdîtinê hat Koşka Mabeynê û bi Serokomar Erdogan re hevditin kir. Piştî hevdîtina saetekê hevdîtin bi dawî bû Barzani ji koşkê qetiya. Der barê naveroka hevdîtinê de daxuyanî nehat dayîn. Barzanî dê piştre bi Serokwezîr Binali Yildirim re jî bê cem hev. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP'ê hat girtin, hat diyar kirin ku Barzanî de bi Turk ku ji bo nexweşiya xwe çûye Stenbolê re jî hevdîtin bike.