ENQERE- Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ê beşdarî hevdîtan Ahmet Turk û Mesut Barzanî bû diyar kir ku di hevdîtinê de li ser yekîtiya neteweyî û ji bo rewastandina xwînê axivînê û di mijarên "rawestandina xwînê, ji bo kurd û herêm berbi baharê ve biçe" de wekî hev difikirin.
Hevdîtinên Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li Enqereyê berdewam dike. Barzanî yê duh li Stenbolê bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî îro jî li Enqereyê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê beriya demeke ji girtîgehê derket û Havşeradarê Agiriyê Sirri Sakik re hate cem hev. Li bendê ye ku Barzanî îro jî bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê pêk bîne.
REXNEYÊN JI BO BARZANÎ
Siyaseta kurd û HDP rexneyên wekî serdana beriya referandumê dê bê wateya piştgiriya Ak Partî û Erdogan li Barzanî dikin û xwestibûn ku Barzanî daxuyaniya xwe ya beriya bê Tirkiyeyê ya ji bo serbestberdana parlamenterên HDP'ê bi daxuyaniya hevpar a bi rayedarên tirk re jî dema ku dibe, bîne ziman.
'ME VEGERA RUHÊ 2013'AN AXIVÎ'
Hevşaredarê Agiriyê û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik diyar kir ku hevdîtin di atmosferekî germ û samîmî de derbas bûye û wiha got: "Em di hevdîtinê de bi taybetî li ser rawestandina deryaya xwînê axivin. Çawa dikarin vegerin ruhê 2013'an em axivîn. Dîsa di vî mijarê de gavên ku bên avêtin hate axaftin. Birêz Barzanî jî got ku bi me re di heman fikrê de ye û bi taybetî ji bo xwîn bê rawestandin çi bar dikeve li ser milê wî bi cih bîne amade ye."
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Sakik got ku di hevdîtina bi Barzanî re hat kirin de mijara yekîtiya neteweyî jî hateye rojevê û Barzanî nêrînên xwe yên şerê di navbera kurdan de ji bo kesekî baş nîne dubare kiriye û ji bo herêmê jî nêrîna xwe ya "Bi taybetî jî ji bo kurd û herêm ji deryaya xwînê derkevin pêdivî bi paqijiya biharê ya nû heye wekî ax û xwezayê divê mirov jî ji biharê re hişyar bin" parve kiriye.
Sakik diyar kir ku Barzanî gotiye ku mijarên ku ji wî bendewarî heye di hevdîtinan de tîne ziman, ji bo parlamenterên HDP'ê bên berdan û pêvajoyekî nû bê destpêkirin careke din di hevdîninan bîne rojevê û nêrînan bi hevre parve bikin.