'Bersûca' 28'ê Sibatê Huda Kaya: Niha bi hezaran qat zêdetir e

ENQERE - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de ji ber bawerî, nivîs û têkoşîna xwe bi darvekirinê ve hate darizandin bal kişand li ser binçavkirina wan û wiha got: "Tiştên ku me wê demê jiyan kir niha em bihezaran qat zêdetir dijîn." Kaya diyar kir ku beşa oldar ê bûn îxtidar Rêgezên xwe ji bîr kirin û nirxandina "mafê herî mezin ê îbadetê parastin e" kir.

Li ser hewldana 28'ê Sibatê ku wekî "darbeya post modern" derbasî dîroka siyaseta Tirkiyeyê bû 20 sal derbas bû. Li hemberî partiya îxtidarê ya wê demê Partiya Refahê û hikûmeta Necmettîn Erbakan bi biryara ku di civîna MDK'ê de hat girtin ve hate destpêkirin û li Sîncanê tank daxistina kolanan ve pêvajoya 28'ê Sibatê kurtir bû li hemberî derûdorên oldar hemû pêkanînên "plana çalakiyê ya îrtîcayê" hatin qebûlkirin. Li ser aktorên wekî Muslum Gunduz, Alî Kalkanci û Fadîme Şahîn pêvajo hate meşandin û herî zêde jî jinên ku di qada cameriyê de serê wan girtî bû hatin mexdûrkirin.

AK Partî ya ku li ser mexdûrbûna wê demê siyaset înşa kir û bi gotina "têkoşîna li dijî darbeyan" ve hate îxtidarê piştî ku 5 sül li ser 28'ê Sibatê darbas bû hate îxtidarê 15 sal in bênavber îxtidar e, li Tirkiyeyê atmosfereke cuda ya siyasî hebe jî li hemberî hikûmetê rexneyên cidî yên wekî darbeyan dike hene.

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ku bi têkoşîna xwe ya li hemberê 28'ê Sibatê bal kişand, ji ber pêşengiya xwe ya çalakiyên "azadiyê" û ji ber nivîsa xwe bi cezaya darvekirinê hate darizandin îroja 28'ê Sibatê ji dîhaberê re vegot.

Kaya got ku yên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin her demê beşekî dikin dijmin û li ser vê îxtidara xwe didomînin û wiha axivî: "Hem di warê bawerî û mezhebî de hem jî di warê etnîkî de beşek civakê her tim bû dijminê vî sîstemê." Kaya destnîşan kir ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de bi kurdan re jin wekî dijmin hatibûn îlankirin û wiha berdewam kir: "Jinên ku serê wan girtî ne, beşên oldar ên misilman bedelekî cidî dan. Gelek jin ji pîşeyên xwe, perwerdehiya xwe, ji karên xwe hatin avêtin. Me ev zilm gav bi gav hîs kir û jiyan kir."

'WÊ DEMÊ WEKÎ AMLBAT ME BEDEL DA'

Kaya diyar kir ku wê demê wekî malbat bi hevre bedelên giran dane, bal kişand li ser pêvajoyên girtin û darizandinê û wiha axivî: "Em jî wekî malbat li girtîgehan bi salan bi daxwaza darvekirinê hatin darizandin. Nîzama me ya mal û aboriyê xira bû. Em mecbûr mabûn bedela wê demê bidin. Wê demê me dixwest ku turban serbet be. Wekî welatiyên azad jinên ku serê xwe digirin bi fikrên xwe azad bin, ji civakê neyên cudakirin em têkoşiyan. Wê demê sloganekî me hebû, 'Ji bo hemû kesan edalet ji turbanê re azadî' me bi vî rengî dirûşm berz dikir."

'ÊDÎ TURBAN AZAD E'

Kaya bilêv kir ku di dema ku derbas bû yên ku wê demê mexdûr bûn îro îxtidar in lê muxdûrbûnên giran bi civakê didin jiyankirin. Kaya got ku têkîldarî êdî turban azad e agahî tên û wiha got: "Ev di warê azadiyan de pêşketinekî baş e. Me bi salan ji bo hemû kesan azadî xwest îro em dibînin wê rojê yên ku ev daxwaz dianîn ziman îxtidar in. Ji bo hemû kesan edalet hat ji bîrkirin. Pîvana herî mezin a mirovahiyê ev bû. Me yê ji bo kesên ku ne ji reng, baweriya me bûn daxwaza edelat û azadiyê bikire. Em îro pratîka berovajî vê yekê dibînin. Êdî em rehet in jinên ku serê wan girtî ne li her derê ne. Bi polîsên serê wan girtî ne, leşkerên serê wan girtî ne ve pesnê xwe didin. Li aliyekî jî dema me ev têkoşîn dide nirxên ku me winda kir hene. Turban azad bû lê îro em bi windakirina wijdana mirovahiyê re rû bi rû ne. Dema ku oldar hatin îxtidarê, wekî kesên ku gelek zehmetî kişandine, hatine eciqandin bûn îxtidar divê nebûna dewletparêz. Dema ku li dijî vî sîstemê muxalefet dikirin divê rêgezên xwe ji bîr nekirana. Îro di warê azadiya îfade û baweriyê, mafê jiyanê, mafê perwerdehiyê, mafê xebatê de em bi rastiyekî qat bi qat 28'ê Sibatê derbas dike ve rû bi rû ne. Maf parastin îbadeta herî mezin e. Divê ewil maf li dijî zilmê û zaliman bê tirs bê îfadekirin."

'POLÎSAN MIN TACÎZ KIRI'

Kaya got ku piştî ku di HDP'ê de dest bi siyasetê kiriye rastî pêkûtiya îxtidarê hatiye û bal kişand li ser binçavkirina xwe û wiha axivî: "Dema ku li Stenbol û Afyonê hatim binçavkirin bi nêzîkatiyên derveyî exlaq û mirovahiyê re rû bi rû mam."

'BI HEZARAN QATÊ 28'Ê SIBATÊ DIJÎN'

Kaya got ku polîsan li rewşa wê mêzenekirine û rasterast ketina odeya wê û wiha axivî: "Bi vî rengî ketin odeya min û tacîz kirin. Di dema 28'ê Sibatê de girtîgeh bi girtîgeh em gerandin. Lê dema ku hêzên ewlehiyê yên bi ser mala me de digirtin dema ku em musaît nebin nediketin malên me. Bêrûmetiya wê demê me nedît îro me jiyan kir. Di vî nîzama ku îro oldariyê ji kesekî re nahêle de ev peywirdar pişta xwe didin vî îxtidarê. Xwe dispêrin vî rêveberiyê bi vî rengî dibêjin pişta wan saxlem e.Di hemû qadên jiyanê de di şîdet û tecawîzê de di serî de jin bi hezaran qat tiştên ku me di 28'ê Sibatê de nedît îro dijîn."

Kenan Kirkaya - dîhaber