Baydemîr: AKP dê di zagonê xwe de bifetise

MÊRDÎN - Civînên HDP û DBP’ê yên gel berdewam dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir, di civînên gel a li Qoserê de diyar kir ku dê AKP di zagonê xwe de bifetise û wiha got: “Em bi qasî misqalekê jî serî danînin û em dê bi ser bikevin.”

Civînên HDP û DBP’ê yên “Gihiştina Gel” berdewam dike. Di çarçoveya Gihiştina Gel de civînên gel berdewam dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir û heyeta pêre li avahiya HDP’ê ya Qoserê beşdarî civîna gel bû. Li avahiya HDP'ê ya Qoserê wêneyên parlamenterên girtî hatin daliqandin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemir axivî. Baydemîr, anî ziman ku hikûmeta AK Partiyê vîna gel tune dihesibine û wiha got: “Yên gel mexdûr dikin dawiya dawî ew dê mexdûr bibin. Dê di biryarên xwe de bifetisin. Ahmet Turk jî binçavkirin. Ev ne darbeya li dijî gelê kurd be çiye. Operasyonên di bin navê KCK’ê de dihatin meşandin îro di bin navê KHK’ê de berdewam dike. Ev xezeb û tirsa AKP’ê nîşan dide ku dê winda bikin. Dibêjin ‘em dê cezayê îdamê bînin’ em binerin ka dê kî bên darvekirin? Çima dibêjin ‘em dê koka wan bikolin’ Dibêjin 10 hezar siyasetmedarên kurd girtin û dibêjin xelas bû. Heta ku em birayên xwe rêhevalên xwe serokên xwe û hemû girtiyên xwe azad bikin emê têbikoşin û serî natewînin.”