Ji Yuksekdag peyama 8’ê Adarê: Em ê bi milyon caran qêr bikin û bêjin ‘Na’

ENQERE - Hevserok Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ji civîna hevtane ya HDP’ê re peyama 8’ê Adarê şand diyar kir ku ew ê li qad û kolanan ji rûyê serdestan re bi milyon caran bêjin “Na” û wiha got: “Em ê cîhanek din ava bikin.”

Koma Jinan a HDP’ê li Meclîsê civîna heftane bi tevlîbûna nûnerên saziyên jinan li darxist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beriya axaftina xwe peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag xwend.

Yuksekdag, di peyama xwe de diyar kir ku jinan heta niha zîhniyeta baviksalarî redkiriye û ev tişt gotin: “Em ê li qad û kolanan ji rûyê serdestan re bi milyon caran bêjin Na. Em ê cîhanek din ava bikin.”

Peyama ji aliyê Taşdemîr ve hat xwendin wiha ye:

“Dema em dibêjin dê jinên fereseta faşizm, dîktatorî û yekperestiyê hilweşînin em propagandeyek hişk nakin. Em pişt didin bingehek saxlem. Jin rêxistinkerên herî xwezayî yên Na ne. Em dizanin ku jina hertim gotin Na û hebûna xwe avakirine. Dema me got Na wê demê bi rastî me jiyan kir. Dema em ji hevjîn, hezkirî, karsaz, dewlet, bi kurtasî ji desthilatdariya zilam re dibêjin Na em bûn jin û azad bûn. Wekî jin tişta ku em heta roja îro bikin ewe ku ev vê vîna berxwedan, redkirin û alternatîfê ava bikin û li herkesê belav bikine. Di 8’ê Adara li pêşiya me, ev hêza me ya xwe dispêre hezaran salan, hêza me ya redkirinê, li hemû qad, kolanan em ê li rûyê desthilatdaran carek din bi hezar caran, milyon caran bi qêrin bêjin Na. Em ê cîhanek din ava bikin.”