MYK’a HDP’ê bêyî hevserokên xwe kom bûn

ENQERE - MYK’a HDP’ê cara yekemîn bêyî hevserokên giştî bi aramanca diyarkirina nexşerêya partiyê li hev kom bûn.

Lijneya Rêverberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî di 4’ê Mijdarê de hevserokên giştî û parlamenterên partiyê hatin girtin cara yekem bêyî hevserokên giştî li hev kom bûn. Di rojeva MYK a ku di saetên serê sibê de li navenda giştî ya partiyê kombûn de piştî êrîş û binçavkirina diyarkirina nexşerêya partiyê heye.

DI ROJEVÊ DE NEXŞERÊ Û PLAN HENE

Piştî Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 8 parlamenter hatin girtin xebatên xwe yên li Meclîsê dan rawestandin, HDP’ê di civînê de dê derbarê pêvajoya pêşiya me de çibikin biryaran bigire. Dê planên derbarê civînên bi derdor û civakê re jî di vê civînê de bên destnîşan kirin.

Lijne bêyî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’ê Huseyîn Yilmaz, Alp Altinors û Atiye Eren ku hatibûn girtin li hev kom bûn.

Tê payîn ku civîn heta saetên êvarî bidome û hat diyarkirin ku Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen derbarê civînê de dê daxuyaniyekê di nava rojê de bide.