STENBOL - Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu ku di starta kampanyaya HDP’ê ya “Na” ya Stenbolê de axivî diyar kir ku ji niha ve bêhna azadî û keyfxweşiyê tê pozê wan.
Di kampanyaya referanduma ya HDP’ê ya Stenbolê ku bi Îzmîr û Amedê re hem wext da de Serowekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û bal kişand ser rejîma totaliter. Kerestecîoglu, diyar kir ku li Tirkiyeyê kesek vê heq nake û wiha got: “Li dijî rejîma totalîter dê ‘Na’ ya destpêkê ji vî welatê derkeve. Ji bo tevlî karê me nebin dê ew ‘Na’ ji vî welatî serkeve. Bi guhertina qanûna bingehîn dixwazin rejîma ‘mirovekî’ bînin. Di vê qanûna bingehîn de derbarê mafê karker, kurd, tirk, êzidî û gelên din de gotine heye gelo? Gelo dê gotinek a rojnameger Ahmet Şik û Înan Kizilkaya ji ber agahî gihandine me hatine girtin dê hebe? Dê gotine ya Dayîka Taybet hebe? Bêyî zarokên ku perwerdehiyek laîk dixwazin gotinekê bêjin dikare qanûna bingehîn were çêkirin? Bêyî jin gotinekê bêjin dikarin qanûna bingehîn çêbikin? Em ê ji vê qanûna bingehîn a ku destûr nade civak tiştekê bêje re çi bibêjin.”
Li ser vê gotina Kerestecîoglu ji salonê dengê “Na” bilind bû.
Kerestecîoglu, bi lêv kir ku dê bi şêweyekê her kes ji vê bêhn û xewa mirinê şiyar bin û wiha pêde çû: “Dê bi agirê azadiyê şiyar bin. Em hemû dizanin ku ji niha ve bêhna azadî û keyfxweşiyê ketiye pozê me.”
Kerestecîoglu bi helbesta Edîb Cansever a “Yer çekimli karanfil” axaftina xwe bi dawî kir.
Piştî axaftina Kerestecîoglu strana “Bêjin Na” hat pêşkêşkirin.