NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyarê Siyasetê Mustafa Pekoz, diyar kir ku Mesut Barzanî wekî qasidê 'Erê" vehewandin Tirkiye. Pekoz, da zanîn ku sedemek din jî daxwaza piştgiriya operasyona li dijî Qandîlê ye.
Zanyarê Siyaseta Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, têkildarî ziyareta Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesut Barzanî ya Stenbol û Enqereyê nivîsa bi ser navê "Çima Barzanî dawetî Enqereyê hat kirin" nivîsand. Pekoz, anî ziman ku Erdoganê ku Barzanî dawetî Enqereyê kir 3 daxwazên wî hene û wiha nivîsand: "Sedema yekem dixwaze kurd di referandumê de bêjin 'Erê' û Barzanî wekî qasidê "Erê" yê di navbera kurdan de bide xuyakirin. Sedema duyemîn dixwaze bi riya peşmermeyan mudaxaleyî Rojava bike û hêza YPG’ê lawaz bike. Sedema sêyemîn jî dixwaze piştgiriyê bide operasyona li dijî Kandîlê. Ev dîmen di ser hersê xalan de jî ne pir bi şewq e. Divê em ji suprîzan re amade bin
Tê zanîn ku ziyareta Barzanî ya Enqere bi taybetî li ser daxwaza Erdogan pêk hatiye. Piştî hevdîtina Barzanî û Serokwezîr Yildirim a Almanyayê şûnde ev ziyaret pêk hat. Bê guman ev ziyaret girîng e. Ev ziyaret ji geşedanên nava Tirkiye û herêmê ne serbixwe ye. Ev ziyareda di navbera Barzanî, Erdogan û Yildirim de dê demên pêş de pêşketinên ‘surpriz’ bi xwe re bîne. Di lêkolinan de xuya dibe ku "Na" bi çend puanan di pêş "Erê" de ye. Îtîfaqa referandumê ya di navbera AK Partî û MHP'ê de li ser polîtîkayên perçekirin û tasfiyekirina kurdtan pêk tê.
Cewherê vê planê ewe ku bi operasyonên li diji HDP’ê hem hêza siyaseta kurdan û hem jî beriya referandumê hêza kurdan a civakî bişkîne û belav bike. Ji bo bandorê li ser bingeha nijadperest û îslamîb ike Erdogan Barzanî dawetî Tirkiye kiriye. Mirov dikare bêje Barzanî li ser navê AK Partiyê bi Erdogan, HDP û Ahmet Turk re navbênkarî kiriye. Dibe ku li hemberî dengê "Erê" yê kurdan ji bilî Figen Yuksekdag gelek parlamenter û hevşaredarên kurdan berdin. Ev dê bandorek çawa çêke dê di hefteyên pên ên Adarê de xwe bide der. Ev gava AK Partiyê di bingehê xwe de kumara polîtîk e. Di esasê xwe de li ser tasfiyekirina kurdan cih digire.
Peymana bu kurdan re bê kirin bê guman dê bertekên MHP'ê jî zêde bike. AKP parlamenterên kurda hinekan digire û hekan berdide û dîsa digire bingeha xwe ji siyaseta MHP’ê ya navenda wê Bahçelî ye digire.
Dema geşedan li ber çavan bê girtin xuya dibe ku dengê "Erê" kêm e. Enqere vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê dizanin kurd li ser vê yekê bandorek mezin çê dike. Ji ber vê yekê Barzani wekî qasidê kurdan ê ‘Erê" vehewandin Enqereyê. Başe wê demê kurd ango HDP dê ji biryara xwe ya "Na" vegerin? Ev pir zahmet e.
DIXWAZIN PÊŞMERGEYAN LI ROJAVA BIKAR BÎNIN
Yek ji sedema ziyareta Barzanî jî ewe ku dixwazin pêşmergeyan bişînin Rojava û hêza YPG'ê kêm bike. Enqere dibîne ku li Rojava avakirina Xweseriya Demokratîk teqez e. Naxwaze PYD li herêmê hêza sereke be. Dixwazin Rojava ji aliyê pêşmergeyan ve bê rêveberin. Dixwazin di serî de Minbiç hemû herêmên di kontrola PYD'ê de têxin kontrola pêşmergeyan. Naxwazin YPG li ‘Rojava’ bi hêz bibe. Dixwazin di navbera YPG'ê û pêşmergeyan de şerê çekdarî pêş bixin û krîzê mezin bikin.
'GER BARZANÎ PIŞTGIRIYÊ BIDE OPERASYONA QANDÎLÊ DÊ PÊŞEROJA XWE TUNE BIKE'
AK Partî beriya referandumê dixwaze li dijî PKK’ê operasyonek mezin çêke. Dizane ku bi êrîşên hewayî li dijî Qandîlê encamekê nastîne. Artêş dixwaze li dijî qandîlê operasyona bejayî pêk bîne. Ji bo vêyekê jî peşmerge jî divê operasyonê de çalak cih bigire. Gumanek wisa heye? An jî Rêveberiya Herêma Kurdistana Başûr dê piştgiriyê bide operasyonê. Dema mirov li aliyê herêmê yê polîtîk binere pêkan xuya dibe. Lê dema mirov li pratîkê dinere ne wisa ye Ger ku barzani piştgiriyê bide dê dawî li peşeroja xwe bîne.
* Dawetkirina Barzanî ya Enqereyê û ala Kurdistanê û Tirk a li kêleka hev hatin bilindkirin MHP ku navenda wê Bahçelî ye xist rewşek zor. Vê yekê bandorek neyînî li îtîfaqa MHP-AKP'ê kir.
* Bi ziyareta Barzanî ya Enqereyê û hevdîtina bi Ahmet Turk û HDP’ê bandorê li ser kurdan nake.
* Bi daxwaza pêşmergeyên ji Rojava ya li herêmê li dijî kantonan û polîtîka şerê bira bi polîtîkayên DYA la li herêmê pêş dixe dibe nakokî. Pentagon destûrê nade vê yekê.
* AK Partî ji bo di referandumê de bi ser bikev, pêdivî bi serkeftinên nû dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze li dijî Qandilê operasona leşkerî pêk bine. Ger ku ev plan bi ser nekeve dê fatoreya wê ya dewletê pir giran be.
* Di hefteyên dawî de geşedanên leşkerî yên li Sûriyeyê, bi taybetî li dijî DAÎŞ'ê bandorên neyînî dikin. Şerê di navbera TSK, OSO û DSG-Esad yê pêş bikeve dê ne suprîz be.
* Dibe ku arasteyen leşkerî û polîtîk yên surprîz di pêvajoya referandumê de pêk bên.