AMED - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya referandûmê hikûmet li dor vegotina "Birayên min ê kurd" diçe û tê. Yildirim got, "Em ne hevpar in, kurd bi xwe ne" û dest nîşan kir ku, dê gelê kurd di 16 Nîsanê de bersiva polîtîkayên hikûmetê bide.
Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, têkildarî xebatên referandûmê yên "Na"yê, êrîşên li dijî partiya wan, xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê, serdana Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, pevçûn û nîqaşên heyî pirsên dîhaberê bersivandin.
*Li herêmê têkildarî xebatên referandûmê atmosfereke çawa serwer e?
Ji ber li parlementoyê em partiya 3'yemîn in, wek HDP'ê kampanyaya referandûmê berbiçavtir e. Lê belê, em xebatên xwe yên li Kurdistanê tenê wek HDP'ê bi rê ve nabin. Em tevî KCD'ê û DBP'ê bi awayekî koordîneyê xebatan bi rê ve dibin. Di vê çarçoveyê de me serdana hemû partiyên kurdistanî, sazî û dezgehên civaka sivîl kirin. Bi kêfxweşî dixwazim bibêjim ku; hemû saziyên me serdana wan kir bi awayekî aşkere û zelal diyar kirin ku dê di referandûmê de tewra wan "Na" be.
Hedefa me ew e ku em xebatên xwe yê referandûmê bi ruhê Yekîtiya Netewî bi rê ve bibin. Li Kurdistanê di 2 salên dawî de ji ber "Plana Rûxandinê", dê di referandûmê de dengdayîneke gel çêbibe. Em bi 18 madeyên ku gel eleqedar nake û jiyana gel zehmetir dike re rû bi rû ne. Di xebatên xwe de, hemû deriyên ku me li wan da bi kêfxweşî em hatin pêşwazîkirin. Ji ber vê bêyî kes li derveyî vê bê hiştin, em xebateke ku hemû Kurdistanê di xwe de dihebîne bi rê ve dibin.
*Tevkariya AK Partî û MHP'ê ya referandûmê, bandoreke çawa li hilbijêrên kurd kir?
Êdî hilbijêrên kurd ji hilbijartinê heta hilbijartinê tên bibîranîn. Rayedarên hikûmetê vegotina "Birayên min ên kurd" bi akr tînin, lê a rast biratî tê wateya hevbiriyê. Em ne hevbirin, em kurd bi xwe ne. Em ne ew çand û kevneşopiya ku ji hilbijartinê heta hilbijartinê bên bibîranîn, em ew kevneşopî ne ku êşa xwe ya sedsalî di her hucreyên xwe û jiyana xwe dijîn û hîs dikin. Ji partiyeke siyasî wirdetir, em wek tevgereke siyasî li pêvajoyê dinihêrin. Behsa gelekî ku ji hilbijartinê heta hilbijartinê bira ye, lê ji bilî wê ne bira ye tê kirin. Lê em ne li ser biratiyê, em kurd bi xwe ne. Ya esil ew e ku, Serokwzîr di komcivîna xwe ya hefteya borî de nîşaneya gurgeboz kir. AKP, dema tê bîra wê kurdan wek bira dibîne û vê jî dike mijara bazarê.
*Di şert û mercên 1'ê Mijdarê de ber bi refernadûmê ve diçe. Hevserokên we, parlementerên we û bis edan rêveberên we girtî ne. Di serdemeke wisa de hûn ê xebatên hilbijartinê çawa bi rê ve bin?
Bêguman girtin bandorê li me kir. Niha em şert û merc bi awayekî zêde negatîf in û em di pêvajoyeke referandûmê ya di van mercan de ne. Di asta ku êdî rehemet li 1'ê Mijdarê tê xwendin, bi operasyonên qirkirina siyasî û gelê me bi xwe rastî komkujiyan hat. Em rastî her cure newekheviya firsendiyî hatin, lê em ev nayê wateya em ji xwe ji xebatan vekişînin. Em ne ew siyaseteke wisa qutifandî ne. Dev ji vekişîn û qutifandinê berda, biserdehatineke evqasî ji bo me hinceta xebateke zêdetirîn e. Niha em bi gelê xwe re dibin yekpare û xebateke ku hewl didin wê valahiya hevalên me yên hatine desteserkirin hîs nekin dikin.
HDP tenê ne partiyeke siyasî ya ku muteşekkîlî parlementerên xwe, rêveberên xwe û hevşaredarên xwe ye. HDP, gel bi xwe ye. Di saleke dawî de zêdeyî 11 hezar kes hatin binçavkirin û 5 hezar û 100 kes jî hatin girtin. Heke ev bihata serê CHP' 95 salan û AKP'ya 15 salan dê êdî nikaribûnan bixebitiyanan. Heke li gel vê hîn jî li arenaya siyasetê em xwedî rastiyeke ku muktedîr jê aciz in bin, ev nîşan dide ku em ji gel pêk tên.
Em dixwazin gelê me yê heta niha deng dane AKP'ê jî bibêjin 'Na'. Hewldaneke me ya wisa heye. Dê pakêteke ku bibe sedema nekêfxweşiya 80 milyonî, pakêteke ku di 2 salên dawî de li Kurdistanê Plana Rûxandinê daye destpêkirin berpêşî gel bê kirin. Ev tê wateya dengdayîna jêrzemînên wehşetê, wehşeta li Silopiya, Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêb,nê û rûxandin û şewitandina wan. Em abwer dikin ku dê gelê me li gel me tevbigere û dengeke xurt ê "Na"yê derkeve. Em ê êvara 16'ê Nîsanê li Tirkiyeyê dengê "Na"yê yê herî xurt bibînin.
*Têkiliya pêkanînên li Xerabê Bava bi referandûmê re heye yan? Heke têkilî hebe bi vê re dixwazin peyameke çawa bidin gelê kurd?
Di Cotmeha 2014'an de biryara Plana Rûxandinê ya 2 salan hat dayîn û piştî 7'ê Hezîranê ev hat sepandin. Em vê wisa dibînin. Koalîsyona AKP û Ergenekonî, netewperest û ulkucu fêm kirin ku êdî bi rizayê ew nikarin dilê gel fetih bikin. Ji ber baş fêmkirin ku li Kurdistanê di warê siyasî de nikarin êdî tiştekî bi dest bixin, serî li polîtîkayên şidet û çewisandinê dan. Divê hemû gelê me wisa li pêkanînên Xerabê Bava binihêre. Heke em bi hevdu re vê asteng nekin, dibe ku vê berbelavtir bikin û wek asteke nû ya Plana Rûxandinê têxin dewrê û gelê me rastî êşên girantir bibe. Divê hemû gelê me ruhê berxwedana Xerabê Bava, serbilindiya mirovan mînak bigire û piştevaniya wê bike.
*Di nav pêvajoya referandûmê de girîngiya 8'ê Adarê û 21'ê Adarê çî ye?
Ji niha û pê ve diyar e ku bê meha Adarê ji bo gelê kurd tê çi wateyê û ne mehek e ji rêzê ye. Û em bi ruhê meha Adarê starta kampanyayê didin. Em ê bi yekpareyoya 8'ê Adarê û 21'ê Adarê xebatên xwe yên referandûmê bi rê ve bibin. Di vî warî de rasteqîniya Newrozê cejna gelan e. Ji bo vê ne hewce ye partiya siyasî biryarê bsitîne. Em tenê di asta plansazkariyê de ne. Ji xwe dê gel cejna xwe pîroz bike.
*Di 16'ê Nîsanê de girîngiya çûyîna ser sindoqê çî ye?
16'ê Nîsanê, di wijdanê civakê de roja mehkûmkirina polîtîkayên zilmê yên li bajarên kurda ye. Ji xwe di wijdanê civakê de hatiye mehkûmkirin. 16'ê Nîsanê ew e ku dê bi awayekî fermî beyana vînê bê kirin. Dema gelê me di 16'ê Nîsanê de biçe ser sindoqê, dê bi vê rê polîtîkayên qirêj ên du sal in tên sepandin mehkûm bike. Dê bibêje "Na" û dê bi vê re deriyê aştiyeke birûmet vebike. Dê bibêje "Na", lew dê nîşan bide ku pirsgirêka kurd bêyî diyalogê nayê çareserkirin. Dê bibêje "Na", lew dê kiryar û awayê kuştina Dayika Taybet û Mîray derxîne holê. Ji ber vê di 16'ê Nîsanê de çûyîna ser sindoqê ji bo gelê me zaf girîng e. Em ê di 16'ê Nîsanê de li Tirkiye û Kurdistanê bi rojeke nû re hişyar ibibn.
* Li bajarên "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, hûn li benda encameke çawa ne?
Dê gelê me, bi tevgera xwe ya siyasî re bibe yek û bi awayekî xurt dengê "Na"yê nîşanî dost û dijminan bide. Dê polîtîkayên du sal e li herêmê tên sepandin mehkûm bike.
*Hûn xistina parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê çawa dinirxînin?
Qanûnan bi awayekî ji Qanûna Bingehîn, Qanûna Cezayê û Tuzuka Navxweyî mehrûmkirî di Meclîsê re derbas kirin. Dema mirovek diziyê bike, ji bo kirinên xwe hewl dide kirasekî çêbike. Evana jî bi wî aqilê xwe gotin dema em li Meclîsê bixwînin wê kirasek jê re bê fesilandin. Ji aliyê dadgehên ku ji endamên Gulenî pêk dihatin biryareke wisa hat dayîn. Wek biryaereke darazê be berpêş kirin û parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdagê xistin. Ji niha ve poşman bûne. Em li vir in, neqdiyane. Em ê di warê darazî de dev jê bernedin. Ji bo me tu hikmeke vê tune ye. Em ê bi ferzkirinên bi vî rengî dev ji têkoşîna demokratîk bernedin. Dê HDP tevî hemû hevgirtiyên xwe bi siyaseteke demokratîk ji derheqê van rojan derkeve. Ji ber vê, dê 16'ê Nîsanê ji bo vana bibe bersiveke baş.
*Hûn serdana Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û pêwendiyên wî çawa dinirxînin?
Têkiliyên dîplomatîk li ser berjewendiyên bermaberiyî tên avakirin. Daxwaza û xwesteka me ew e ku gelê kurd bi awayekî total li ser asasên berjewendiyên Yekîtiya Netewî tevbigere. Bi awayekî fermî di dema pêwendiya li Kudistana Başûr me serdana PDK, YNK û Goranê kir. Me diyar kir ku heke randevuyeke wan hebe heta dawiyê deriyê me ji wan re vekiriye. Bi birêz Ahmet Turk û Sirri Sakik re hevdîtinên wî çêbûn. Wisa difikirim ku ev hevdîtin ji ber dostaniyeke wan a berê ye. Lê belê, daxwazeke wî ya hevdîtina bi HDP û DBP'ê re çênebû. Wek sazî hevdîtineke me çênebû.
Tabî, dema serdanê tekabulî rojên ku AKP starta referandûmê dide kir, ku ev jî manîdar e. Nikarim îdia bikim ku birêz Barzanî bi neyteke wisa hatiye. Lê îktîdara AKP dixwaze di her tiştî de berjewendiyan bi dest bixe. Cara ewil di serdema referandûmê de alaya Kurdistanê hat hêlkirin, ku ev jî nîşan dide ku bê îktidara siyasî çi qas mehcûbî kurda ye. Nikare bi awayekî aşkere biparêze, bi kurdên xwe re naaxive, baş dizane bê çi sûc û guneh kirine. Bie dayên mehcûbî dixwaze bi awayekî neyekser peyamekê bide kurdan.
Hêlkirina alaya Kurdistanê watedar û bi qîmet e. Lê ji ber têkildarî referandûmê ye, di civakê de tu beramberiya wê tune ye.
*Herî dawî ji bo pêvajoya heyî hûn dixwazin çi bibêjin?
Em dixwazin moral û hêza gelê me baş be. Piraniya têkoşîna 40 salî çû, hindik ma. Niha kurd fînala aştî, demokrasî û têkoşîna azadiyê ya mayinde û birûmet dilîzin. Niha di arîfeya xwegihandina vêd e ne. Di hemû civakên cîhanê de dema ji serdemên azadiyê re hindik bimîne, zalim êrîşên dijwar dikin. Tiştên di demên dawî de hat serê kurdan jî tekabuliyeta vê ye. Ev ne ji ber hêzê ye, ji ber acîziyeta dawîlêanîna wan e. Halbûkî îktîdareke hêzdar bi polîtîkayên ewqas erzan û qirêj tenezulî qetlîamên qirêj nake.