MÛGLA - Sazumankarê TKP-ML/TÎKKO'yê Muzaffer Oruçoglu, dest nîşan kir ku guhertina Qanûna Bingehîn qanûneke bingehîn a şer e û got:"Heke di referandûmê de "Erê" derkeve rojên tarî li benda welat in."
Ji avakarên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Marksîst Lenînîns (TKP-ML/TÎKKO) Muzaffer Oruçoglu yê têkildarî referandûmê ji dîhaberê re axivî, diyar kir ku Qanûna Bingehîn di serî de li dijî gelê kurd û bi giştî li dijî hemû gelên bindest, derdorên zayendî û baweriyî îlankirina şer e. Oruçoglu, dest nîşan kir ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve rojên zor û zehmet li benda welat in.
‘DÊ BI 'ERÊ' DÎKTATORÎ KÛRTIR BIBE'
Oruçoglu, diyar kir ku Qesra Serokomartiyê ji bo rejîma "yekzilamî" peywira navenda kumandayê wergirtiye ser xwe û wiha axivî: "Derbeya hilbijartina 7'ê Hezîranê û bi kampanyay bi awayekî topyekûn êrîşa li dijî kurda, veguherandina serketina hilbijartina 1'ê Mijdarê. Paşê ji reqîbê xwe re çav girt û xwe li kemînê danî û derbeyeke leşkerî ya lawaz ku wê kir 'lutfekî Xwedê' bi hostetî pêk anî û li dijî muxalefetê bi awayekî topyekûn veguherand kampanyayê. Niha bi darê OHAL'ê ya wê veguherandiye kiraseke qanûnî, û niha dîktatoriya xwe ya îslamiya faşîst berpêşî dengdayîna gel dike." Oruçoglu, diyar kir ku heke gel bêje "erê" dê bê vê ruxset û moralê, dîktatorî kûrtir bibe û got, heke gel bêje "Na", dê moralê wî tarûmar bibe, lê dê "Na"yê qebûl neke.
‘QANÛNA BINGEHÎN A ŞER E'
Oruçoglu, diyar kir ku dê guherandina Qanûna Bingehîn dewletê navendîtir bike û wiha axivî: "Niha saziyên wek parlementoyê mostere, mosteretir dike. Ev Qanûna Bingehîn di serî de li dijî gelê kurd û bi giştî li dijî hemû gelên bindest, derdorên zayendî û baweriyî îlankirina şer e. Di referandûmê de 'Na' derkeve, rîskeke wise heye ku dibe derdora AKP'ê van encaman qebûl neke û ev tê wateya destpêkirina têkoşîneke dijwar."
‘DIVÊ MUXALIF LI ENIYA 'NA'YÊ BIN'
Oruçoglu, anî ziman ji bo pêşerojeke muferehtir divê gele bibêje "Na" û wiha domand: "Li gel vê, rasteqîniya sotîner ne di 'Na'yê de ye. Yên bi zorê werên dê bi zorê bên rûxandin. Dema ji bo 'Na'yê bang li mirovan hat kirin, divê ji xeyalê ku 'Na' çareya her derdî ye dûr bê ketin. Divê bê nîşandan ku dê ev dîtotatorî bi têkoşîneke dûdirêj ji holê rabe. Bi ya min a rast û zehmet jî ev e."