ANKARA - Parlamenter HDP'ê yê Qersê û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, li girtîgehê nameyek ji hilbijêrên xwe re şand û got: "Ez bawer dikim hûn dê bersîva 'Xêrê/'Na' biçin ser sindoqê û di sindoqê de bidin.
Parlamenterê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen ê di 31'ê Çile de hat binçavkirin û girtin ji Girtîgeha Silivrî nameyek ji hilbijêrên xwe yên Qersê re nevîsand. Bilgen, diyar kir ku gel dê bersîva kesên vîna hilbijêran tune dihesibine di hilbijartinê de biçe ser sindoqan û bi dengê "Na" bide.
Buroya çapemeniyê ya HDP'ê nameya weşand û wiha cih da nameya Bîlgen: "Ez hewcedariyê nabînim ku pergala serdestiya yek zilamî dê bi xwe re çi bîne û bi xwe re çi bibe. Hûn kesên şahidî ji deh hezaran şehîdê Sariqamişê re kir dizanin ku dê welat terkî qedera xwe û desthilatiya yek zilamî bê kirin dê çi bê serê vî welatî. Hêj dema Tirkiye serdestiyaxwe bi dest nexistibû Qanûna Komara Kafkasya ya li bajarê me serdest bû, ji qanûna niha danîne pêşiya me bêtir demokratîktir bû.
Rêzdar hemwelatiyên min;
Wekîlê ku we hilbijartiye îro girtî ye. Bi girtinê di şexsê wî de dixwaze we tevan bêdeng bike. Yên vina gel bi giritnê bêdeng dikin bersîva herî bi xêr a "Na'yê hûn dê li ser sindoqê bidin.