AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, têkildarî êrîşên ji aliyê komekî girêdayî PDK'ê ve li dijî Şengalê pêk hatin axivî û got, organîzasyona êrîşên PDK'ê yên li dijî Şengalê li Enqreyê hatiye çêkirin, êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê bi destê PDK'ê tê temamkirin.
Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesût Barzanî di 26'ê Sibatê de hat Enqereyê û bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan komeke girêdayî PDK'ê êrîşî Şengalê kir. Parlementera Êzidî ya HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, mebesta êrîşî û di êrîşê de rola Tirkiyeyê nirxand û dest nîşan kir ku, ev êrîş di necama tevkariya PDK-Tirkiyeyê de pêk hatine.
‘ORGANÎZASYONA ÊRÎŞÊ LI ENQEREYÊ HAT ÇÊKIRIN'
Uca, diyar kir ku organîzasyona êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê li Enqereyê hatiye çêkirin û got, beriya hewldana dagirkirina Şengalê jî Tirkiye hin xwarine. Uca, bi bîr xist ku Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim tim gefên heke PDK mudaxileyî Şengalê neke ew ê mudaxile bikin xwarine û got, piştî Barzanî hat Tirkiyeyê pêkanîna operasyonê derketiye holê.
‘QETHIYEN EM ÎXANETA ŞER XEBÛL NAKIN'
Uca wiha got: “Li gel evqas êrîşên li ser kurdan, beriya her tiştî divê Kongreya Netewî ya Kurd kom bibe. Her wiha em şerê îxanetê yê PDK'ê jî qethiyen qebûl nakin." Uca, diyar kir ku her ku AK Partî an jî Erdogan li Tikriyeyê ditengijin, li hemberî kurdan Barzanî wek kesekî rizgarker dibînin û got, pişt re Barzanî tê Tirkiyeyê û hevdîtinên nepen çêdike.
‘HER KU AK PARTÎ DITENGIJE GAZÎ BARZANÎ DIKE'
Uca wiha axivî: “Di pêvajoya referandûmê de AKP û Erdogan tengijîne. Di vê serdemê de Barzanî wek kesekî rizgarker dibînin û li hemberî kurdan îtifaqê çêdike. Daliqandina alaya Kurdistanê û aletkirina wê ya ji bo siyasetê qethiyen nayê qebûlkirin. Di her serdemê de di navbera Barzanî û hikûmeta AKP'ê de îtifaq hene. Beriya operasyona Verablûsê Barzanî tê Tirkiyeyê. Beriya êrîşa Şengalê tê. Ev jî nîşan dide ku, hin peymanên nepen hene. Ev jî ne ji bo berjewendiyên gelê Kurdistana Başûr in. Ji bo berjewendiya navbera PDK û AKP'ê ye."
‘LI DIJÎ DAGIKIRINA SEKNA JINÊN ÊZIDÎ ZAF GIRÎNG E'
Uca, dest nîşan kir ku ev êrîş dumahîka êrîşa di 3'yê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê pêk hatiye û bi destê PDK'ê dixwazin vê êrîşê temam bikin. Uca, diyar kir ku yên êrîşî Şengalê kirin ne pêşmergeyên Kurdistanê yên li Kobaniyê, Kerkûkê şer kirine, yên ev êrîş kirine kesên di nav îxanetê de ne, elemanên MÎT'ê ne û di nav wan de çete hene. Uca wiha axivî: "Piştî êrîşên 3'yê Tebaxa 2014'an ên DAIŞ'ê bi hezaran jinên êzidî hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran êzidiyî nediyar e. Lê îro, dema PDK'ê êrîşî Şengalê kir jinên êzidî rakirin çekan û li dijî van êrîşan arwestitan. Ev jî nîşaneya berxwedaneke mezin e. Ev nîşan dide ku ka jinên êzidî çawa li dijî îxanetê, qetlîaman radiwestin. Heke mebest PDK êzidî bin, bila biçin jinên êzidî yên di dest DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. Bila xwe dûrî şerê îxanetê bikin. Li dijî êrîşa Şengalê sekna jinên êzidî zaf biqîmet e. Vê sekna jinên êzidî ji bo me zaf girîng e."
‘ÊDÎ GELÊ ÊZIDÎ NE YÊ BERÊ YE'
Uca, anî ziman ku tu carî ne hikûmeta navendî ya Iraqê ne jî PDK xwedî li êzidiyan derneketiye û got, di dema Seddam Husên de jî di warê tenduristî, aborî û mafên xwe de êzidî rastî pirsgirêkên mezin dihatin. Uca, anî ziman ku li Şengalê tim rêxistinbûyîna gelê êzidî, xwedîderketina li xwe dihat astengkirin û got, hîn jî li ser Şengalê çewisandin û ambargoyeke mezin heye. Uca wiha domand: "Piştî qetlîama 3'yê Tebaxa 2014'an ku dema PDK'ê ew hiştin û reviyan, gelê êzidî xwe birêxistin kir. Meclîsên jinan, meclîsên ciwanan, fermandariyên Yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YBJ) û partiyên êzidî ava kirin. Êdî êzidî dibêjin em ê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Dibêjin em rêveberiyeke xweser dixwazin. Êdî gelê êzidî naxwaze wek berê bi awayek nerêxistinbûyî bijî. Li dijî çeteyên PDK'ê sekna jinên êzidî jî vê nîşan dide."
‘DIVÊ HER KES LI DOR ŞENGALÊ BIBE XELEK'
Uca, anî ziman ku di serdemeke ku yekîtiya gelê kurd tê axaftin de, hêzên ku gelên kurd înkar dikin bi awayekî topyekûn bûne yek û wiha axivî: "Gelê kurd vê baş dizane. Dê îxanetkaran qet ji bîr neke. Me qetilkirina Şêx Seîdan, Seyit Riza, Mehmet Tunç, Sakine Cansiz û gelek komkujiyên din ji bîr nekiriye. Feraseteke kole ya gelê kurd nabîne heye, lê li dijî vê ferasetê jî berxwedaneke mezin heye. Êrîşa îro ya PDK'ê ya li dijî Şengalê, dê dîrok qet ji bîr neke. Dê gelên êzidî jî li dijî van pêkûtiyan bêdeng nemîne. Mebesta êrîşa ÎŞengalê, êrîşa li dijî hebûna Rojavayê ye. Dixwazin ahwirdora Şengalê dorpêç bikin û êrîşî Rojavayê bikin. Dîsa dibe ku êrîşî Qendîlê jî bikin. Ev hemû, polîtîkayên têkildarî referandûma Kürt halkının birliğinin konuşulduğu bir dönemde Kürtleri yok sayan, inkar eden güçlerin bir bütün bugün b'Ê Nîsanê ne. Dixwazin di ser gelê kurd re propagandaya referandûmê bikin. PDK aletî vê dikin. Lê dê gelê kur dli hemberî vê bêdeng nemîne. Şengal namûsa Kurdistanê ye. Divê her kes xwedî li Şengalê, li namûsa xwe derkeve. Divê her kes li dor Şengalê bibe xelek."
‘PDK ALETÎ LÎSTIKÊN QIRÊJ ÊN TIRKIYEYÊ DIBE'
Uca wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK aletî listikên qirêj ên Tirkiyeyê dibe. Li dijî gelên kurd êrîş zêde dibin. Îro jî şerê îxanetê derketiye holê. Qethiyen em komkujiya ku dixwazin li dijî gelê êzidî pêk bînin qebûl nakin. Divê PDK demildest dev ji vê xeletiya xwe berde. Divê ne neyê lîstikên Tirkiyeyê, divê xwedî li gelê xwe derkeve."
Aziz Oruç / Ozgur Paksoy - dîhaber