'Girtina bijarteyan nîşaneya nebûna demokrasiyê ye'

STENBOL - Endamên PES'ê yên ku destur nehat dayîn bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bînin diyar kir girtina kesên wekî Demîrtaş ên bi dengê milyonan kesan hatine hilbijartin nîşaneya nebûna demokrasiyê ye û ew ê têkîlî û piştevaniya xwe ya ji bo HDP'ê bidomînin.

Heyeta Portiya Sosyalîs a Ewropayê (PES) a ku ji bo hevdîtina bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di 21'ê mijdarê de hatibûn, destur nehatibû dayîn hevdîtinê pêk bînin, heyet bêyî ku hevdîtinê bikin vegeriyabû. Ji ber binpêkirinên mafan heyeta PES'ê rexneyên cidî li Tirkiyeyê kiribûn. Heyetê têkîldarî geşedanên siyasî nirxandin kir.


Siyasetmedarê îtalyan û endamê Parlamentoya Ewropayê (PE) Pia Elda Locatelli diyar kir girtina Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenteran nayê qebûlkirin. Locatelli diyar kir ku OHAL a ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê hat îlankirin li dijî muxalefetê tê bikaranîn û wiha berdewam kir: "OHAL ji bo bêdengkirina muxalefetê an jî ji bo binpêkirina mafên qanûna bingehîn, siyasî yan jî mafên bingehîn nikare bê bikaranîn. Divê daraz ji bo şerê li dijî muxalefetê neyê bikaranîn. Welatê ku dixwaze bi hêz be divê azadiya îfade û daraza serbixwe esas bigire. Ev li Tirkiyeyê nîne. Bi rastî ez bi fikar im."

'REWŞ A AZADIYÊ NA YA TIRSÊ YE'

Siyasetmedarê alman û endamê Komîteya Mafên mirovan û Têkîliyên Karên Dervê yê PArlamentoya Ewropayê Arne Lietz jî diyar kir girtina bijarteyan li welatekî nîşaneya nebûna demokrasiyê ye. Lietz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadî tê sînorkirin, rojnameger, akademîsyen û mamoste karên xwe winda dikin û wiha berdewam kir: "Hikûmetê hewldana darbeyê îstismar kir. Ev rewşa azadiya na rewşa tirsê ye." Lietz got ku têkîliyên bi HDP'ê re bidome ji bo parlamentoyekê baş dişuxule xebatên xwe bidomînin.


Parlamentera îtalyan û endama Buroya Meclîsa Parlamentoyê ya Rêxistina HEvkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê Marietta Tidei jî diyar kir ku parlamenterekî mîna Demîrtaş ê ku bi milyonan deng girtiye û hatiye hilbijartin nayê qebûlkirin.

Tiedi anî ziman ku tu eleqeya vê yekê bi têkoşîna li dijî terorê re nîne û nirxandina "terorîst xwe vedişêrin di nava gel de naxivin" kir. Tidei di berdewamê de jî wiha got: "Di warê demokrasiyê de li Tirkiyeyê rewşên xirab heye. Ev nayê qebûlkirin. Me dît ku di 15'ê tîrmehê de dît ku welat rojên dijwar dijîn me qebûl kir lê ev van kirina pak nîşan nade." Tidei diyar kir ku ew ê piştevaniya xwe ya ji bo parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê yên qeyûm hatine tayînkirin bidomînin.