ENQERE - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a HDP’ê Burcu Çelîk, çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehên Sîncan, Şakran û Edîrneyê bir rojeva Meclîsê û bang li wezîr û komîsyonên eleqedar kir ku peywira xwe bicih bînin.
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a HDP’ê, Endama Komîsyonan Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê û Parlamentera Mûşê Burcu Çelîk çalakiya greva birçîbûnê ya jinên girtî bir rojeva Meclîsê. Daxwaznameyên ku derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Sîncan, Şakran û Edîrneyên ên bêdem û bêdorverger de agahiyê hatine dayîn pêşkêşî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê hatin kirin.
Çelîk ku daxwaznameu pêşkêş kirin, bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Wezaretê Dadê kir ku peywira xwe bicih bînin.
Çelîk, da zanîn ku ji bo ev çalakiyên ku îhtîmale li girtîgehên din jî destpê bike divê bikevin nava tevgerê, divê demildest ev girtîgeh bên ziyaretkirin û xwest ku Komisyona Mafên Bin ên Girtiyan demildest girtîgehan ziyaret bike