Baydemîr: Dijminê bav û kalan nabe dostê zarokan

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr diyar kir ku paketa qanûna bingehîn "ne derman e ferman e" û êrîşa li dijî Şengalê jî encama fîtne û fesadiyên li Tirkiyeyê ye. Baydemîr bi gotina kurdan a "dijminê bav û kalan nabe dostê zarokan" bang li kurdan kir.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr di civîna koma partiyê de axivî. Baydemîr kurdî û tirkî di nava hev de bi kar anî û bi çîrokan ve axaftina xwe rengîn kir û banga "Na" kir. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ewil axaftina vekirinê ya civînê kir û anî ziman ku parlamenterên jin di xebatên Meclîsê de nînin û wiha got: "Parlamenterên me yên jin li qadan 8'ê Adarê pîroz dikin. Em jî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê yê hemû jinan pîroz dikin."

'WE BI XWÎNÊ ÎXTIDAREK AVA KIR'

Baydemîr kesên di salonê de bi kurdiî silav kir û anî ziman ku gelên Tirkiyeyê bi hezaran kedê di bin banê HDP'ê de kom bûne û vî hevdîtinê hemû astengî derbas kiriye û hatiye parlamentoyê. Baydemîr diyar kir ku îradeya gelan a di 7'ê Hezîrenê de derket holê hate binpêkirin û qatlîamên li Pirsûs û Enqereyê bi bîr xist. Baydemîr wiha got: "Bi xwînê îxtidarekî nû ava kirin. Destnedayînên HDP a ku 6 milyon deng girt rakirin û darbe pêk anîn. Têrê nekir, hevberdevkên me, parlamenterên me, berdevkê partiya me avêtin girtîgehê. Li vir ji hevserok û parlamenterên me re hezar silav."

'EV KURDÎ DÊ TU CARAN BÊDENG NEBE'

Baydemîr destnîşan kir ku di HDP'ê de guhertina peywir a mecbûrî çêbûye û daxwaza ku di demeke kin de Hevserokên Giştî yê HDP'ê civînên komên xwe bike kir. Yademîr diyar kir ku di koma HDP'ê de her hefte rûyên nû dixivin û wiha got: "Rû biguherin jî tu caran hûn ê nikaribin ruhê berxwedan û azadiyê tune bikin. Ev kursî dê tu caran bêdeng nebe. Em ê hewl bidin ku gotina me bigihîje kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im."

JI JINÊN GIRTÎ RE SILAVÊN TAYBET

Baydemîr got ku ji ber ku li ber xwe dane jinên ku di nava wan de temenê wan 70 salî ne hene û 8'ê Adara hemû jinên li girtîgehan pîroz kir, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên jin ji bîr nekir. Baydemîr Şîdeta li hemberî jinan jî rexne kir û got ku siyasetmedarên ku vê wekê rewa dibînin ji wan partiyên siyasî dernakeve.

Baydemîr biraya Qanûna Bingehîn a ku der barê Mustafa Balbay û Mehmet Haberal de dabû bibîr xist û got ku xwedî li vî biryara xwe denketiye û wiha got: "Hiqûq û edalet dê rojekî ji bo wan jî lazim e. Bila sond be ku em ê wekî wan bêedalet nebin."

'JI NENOYA AMEDÊ FERQA WAN TUNEYE'

Baydemîr ê ku gotina "Çi dibêjin, ji bo Almanyayê dibêjin faşîzm. Subhanellan..." bi kar anî diyar kir ku îxtidar ji vê rewşê dixwaze mexdûrbûnê derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rewşa van neno polîtikaya xwedî sêwiyan e. Ji her tiştî mexdûr dibin." Baydemîr piştre jî çîroka Neno ya amedî parve kir û wiha got:" Destê xwe vedikir û ji mirovan alîkarî kom dikir. Sewiyên Neno hebûn. Bi salan Neno her tim xwediyê sêwiyan bû. Ez bûm şaredar Neno dîsa xwedî sêwî bû. Ev sêwî qet neqediyan. Neno çû rehmetê li pey xwe serwetek hişt. 15 sal in hûn îxtidar in lê mexdûr in. Mîtîngan qedexe dikin, parlamenterên me digirin, Şirnexê serobino dikin dîsa hûn dibin mexdûr. Biborin lê êdî ev rû bû paspas, teşhîr bûye."

'GER BEVILÊ WE NAŞEITE EM ÇI BIKIN'

Baydemîr ji çîrokeke Rihayê axaftina xwe domand û wiha gok: "Apekî îsot dişikîne û bêhn kiribû, gotibû ev tuj nînin. Piştre xwediyê îsotê gotiyê bira îsotên min tuj in lê bêvila te naşewite. Bêvila we naşewite, em çi bikin, ma Almanya çi bike." Baydemîr gotina Demîrtaş a "Ger ku dixwazî bibî serok ji Dewlet Bahçelî re bibê" bi bîr xist û got ku bi tifaqê ev pêk hatiye.

Baydemîr got ku îxtidar îxkenceyê diparêze û wiha berdewam kir: "Ên ku îşkenceyê diparêzin muswede bi xwe ye. Min ji hevalên me re got em van muswedeyan bavêjin çopê. Gotin na dê çop qirêj bibe. Wê demê em çi bikin di 16'ê Nîsanê de ev van muswedeyan di sandoqê de bihêlin."

Baydemîr diyar kir ku îxtidar nikare guhertina qanûna bingehîn biparêze û bal kişand li ser guhertina ji bo parlamenteriyê temenê 18 û wiha got: "Çi şoreşekî mezin e. Gelo çend parlamenterên we yên ciwan ên di 1'ê Mijdarê de hatine hilbijartin hene. Di vî Meclîsê de koma herî ciwan HDP ye. We ev ciwan avêtiye girtîgehê. We hevserokên herî ciwan avêtiye girtîgehê. Hûn dijminê ciwanan in. Niha jî êmê davêjin ciwanan. Lê dayik, ciwan, jin hûn bi van bawer nekin."


Baydemîr balkişand ser gotinên AK Partiyê yên “em hatin xapandin” û wiha got: “Hemû kes xapandin. Niha carek din dixwazin civakê bixapînin. Niha li pêşiya me riyek heye. riya Na, ya bixêr. İnşallah ev rê dê be ya xêrê. Ez dixwazim bale bikişînim ser rîska ‘diziyê’ ya sindoqan. Ev dizen bi sabiqane, em dizanin di 1’ê Mijdarê de jî dizî kirin. Ji bo em sindoqan ji pişîkên du pêyî biparêzin em bang li gelê xwe dikin ku sindoqan biparêzin.”

BI XWEDÊ HÛN DI QÛRA FAÎZMÊ DE NE

Baydemîr, da zanîn ku Erdogan bi pereyê sêwiyan kampanyayê dide meşandin û wiha pêde çû: “Divê destpêkê AK Partî bê darizandin. Ev hesab dê bê dayîn. Kesekê wekî vê civakê ji siyasetmedarên ku bûne dîlê xirûr û mezinahiyê, berjewendiyên xwe dixin pêşiya yên civakê, êş nekişandiye. We çi xwest vê civakê ne da we. Ma têra we nekir, hûn di nava lêgerîna partiya ku dê zilamek bi rêve bibe de ne. Hûn zetan li kesên ji vê re dibêjin na dikin û digirin. Hûn Demîrtaş, Yuksekdag û hezaren din digirin. Dibêjin Na alîkariyê dide darbeye ketina qûrê ye. Bi xwedê hûn ji serî heta binî di nava qûra faşîzmê de ne.”

JI RÊGEZA 12’Ê EYLÜL NE CUDA YE

Baydemîr, ku beşek axaftina xwe bi kurdî berdewam kir îktîdar bi “çav birsîbûnê” sûcdar kir û wiha domand: “Di guhertinên qanûna bingehÎn de azadî, mafê gelan cih nagire. Tu cudahî vê paketa ku me ji nedîtî ve tê ji ya 12’yê Îlonê de tune ye. Ez dibêjim Na bila ser xêrê be. Ger paket bê qebûlkirin dê raye bikevin destê zilamekê. Piştre dê şûna hilbijêran qeyûm bên tayînkirin. Bi pêvajoya çareseriyê re mirovan li rûyê hev dinêrî lê îktîdarê maseya çareseriyê qûliband. Ji ber xatirê îktîdarê rejîmek bi xwînê hatiye avakirin. Tê bîra hemû kesê cemaet bi ‘dizîna pirsan’ sûcdar kirin. Hûn çi dikin? Hûn hêştirê bi hemûda wê ve dadiqurtînin. Ev paket ne derman fermane. Ger ferman a padîşahe mafê gotina Na ya me hemûyane.”

EM JI KESÊN QETLÎMAN PÊKTÎNIN RE DIBÊJIN NA

Baydemîr, destnîşan kir ku paket tê wateya dê şerê du salan bi gel bidin erêkirin, avanekirina pêvajoya çareseriyê bi gel dana qebûlkirin û wiha got: “Em ji kesên ku dayîka Taybet û kesên av xwestin qetilkirin re carek din dibêjin Na. Em pakete wekî paketa fesadiyê dinirxînin û tiştên niha li Şengalê tên jiyîn encam vê fesadiyê ye. Fesadiya ku nikarin bikin dixwazin bi destê kurdan bidin kirin. Gotina Na li dijî vê fesadiyê derketine. Em bang li hemû kesê dikin ku bêjin Na.”

DIJMINÊ KALÊN ME NABIN DOSTÊ ZAROKÊN ME

Baydemîr, bal kişand ser êrîşa Şengalê û wiha axivî: “Êzidî rastî 74 fermanan hatin. Divê em carek din axê biparêzin. Ez bang li hemû kurdan dikim. Dijmênên bav û kalen we nabin dostê zarokên we. Em mecbûrin ku vê lîstikê vale derbixînin. Mezinên me kurdan ji me re digotin bibin yek em mecbûrin vê pêk bînin. Em ê govenda azadiyê li Amed, Stenbol û Enqereyê pêk bînin. Di vê govendê de dê Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş bi gotin û tembûra xwe, parlamenter û hevşaredarên me bi govendê di nava me de bin. Bi 16’ê Nîsanê bibe firsenda xêra.”