AMED - Endamê MYK'ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, xalên guherandina Qanûna Bingehîn û pergala serokomartiyê nirxandin û dest nîşna kir ku ewqasî rayeyên Serokomar tên zêdekirin û dixwazin weziyeteke nîvxwedayî lê bar bikin. Ozen, bibîrxist ku ev guherandin dê ji kok ve demokratîkbûn û azadiyê rabike.
Endamê Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK) a DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, têkildarî madeyên guherandina Qanûna Bingehîn, pergala serokomartiyê û "Çim 'Na'?" de axivî. Ozen, diyar kir ku pergala bê dê bi xwe re gelek tengasiyan bîne û got, ji ber vê ew wek DBP'ê ji vê pergalê re dibêjin "Na" û bi milyonan sedemên wan ên "Na"yê hene.
Ozen, bi bîr xist ku di Rewşa Awarte (OHAL) de pêkanîna referandûmê ne mumkun e û got, ev rewşa ku dê berpêşî dengdayîna gel bê kirin, divê di nêvengeke azad de bê kirin.
‘DÊ DI REFERANDÛMÊ DE DENGDAYÎNA STATUKO Û DEMOKRASÎ BÊ KIRIN'
Ozen, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê hemû şaxên çapemeniyê hatine girtin û xebat di endeksa qenalekê tenê de tên birêvebirin û got, bi vê re jî zimanek tenê tê bikaranîn. Ozen, diyar kir ku pêvajoya referandûma nîqaşkirina wê jî nemumkun e hatiye destpêkirin û got, ev rewş rewşeke zaf xetere ye. Ozen wiha axivî: "Dê dengdayîna gel a referandûmê du tişt derxîne holê. Dê dengdayîna feraseta ku demokrasiyê diparêze an jî ya statukoyê derkeve holê. Navenda AKP û MHP'ê li eniya 'Erê' cih digire. Serkwezîr an jî Bahçeli û yên li derdora wan ji ber 'Na' tê gotin, dibêjin 'Erê'. Dikarim vê bibêjim nizanin ji bo çi dibêjin 'Erê'. CHP'ya ku statukoyê diparêze her çi qas li eniya 'Na'yê cih bigire jî, ev tenê ji bo domandina statukoya xw eye. Heke demokrasiyê esas bigirtanan, diviya ji bo rakirina destnedayînan, tezkereya şer re negotanan erê."
‘DIXWAZIN REWŞEKE NÎVXWEDAYÎ BIAFIRÎNIN'
Ozen, dest nîşan kir ku di nav 18 madeyên guherandina Qanûna Bingehîn de rayeyên Serokomar ewqasî tên zêdekirin ku, dixwazin bi vê re weziyeteke nîvxwedayî lê bar bikin. Ozen, diyar kir ku têgeha nîvxwedayî bêtir di sînemayan de tê dîtin û got, lê belê dê ev guherandin demokratîkbûyînê û hemû azadiyan ji holê rabike. Ozen wiha axivî: “Birêvebirin û daraz ji holê radibe. Dê Serokomar biryarnameyên ku hemû rayeyên wî yên qanûnçêkirinê bisînor dikin derbixe. Dê namzetên partiya xwe hilbijêre. Piştî parlementer bên hilbijartin, mafê wî yê komkirin an jî nekomkirina meclîsê heye. Serok karibe meclîsê fesix bike. Dikare qanûnan veto bike. Serokomar dikare budçeyê çêbike. Li Meclîsê diyar bû ku dahat ji bo kuderê dihatin veqetandin, lê belê dê niha ev ji aliyê serokomar ve bê diyarkirin. Û her wiha ev raye nayê venihartin. Dê Serokomar bi xwe darazê çêbike. Dê ji 15 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn 13'an jê ew diyar bike. Dê vekolîna şûraya dewletê ji holê rabibe. Dê perwerdehiyê jî bi biryarnameyan diyar bike."
‘DÊ VENIHARTIN ÇÊNEBE'
Ozen, diyar kir ku bi vê re venihartin bi temamî ji holê bê rakirin û wiha domand: "Dê venihartin tenê di rewşekê de çêbibe. Ew jî heke îmzeya 400 parlementerî hebe, dê Dîwana Bilind karibe bidarizîne. Li vir mîsogerkirina rewşa xwe esas digire. Heke 400 parlementer îmze bidin jî, lê ji ber rayeya wî ya fesixkirina meclîsê heye dê ev rewş ji holê bê rakirin. Her wiha dê serok sefiran diyar bike. Dê der barê wezîran de pirsiyare, lêkolînên meclîsê, dengdayîna ewlehiyî ji holê bê rakirin. Dê di her qademeyên dewletê de karibe tevbigere. Dê bikaranîna TSK'ê, diyarkirina wê ji aliyê kesekî ve bê kirin. Dê Serokomar OHAL'ê diyar bike. Kengî bixwaze dê wê çaxê rabike."
‘JI BO 'NA'YÊ BI MILYONAN SEDEMÊN ME HEN'
Ozen, sedemên çima dê DBP bibêje "Na" vegotin û got, ji bo cenazeyê Dayika Taybet ê 7 rojan li nav kuçeyê hat rawestandin, ji bo darizandina vê ferasetê, ji bo hesabpirsîna vê ew ê bibêjin "Na". Ozen wiha axivî: "Ji bo DBP'ê bi milyonan sedemên 'Na'yê hene. Ji bo rawestandina pêkûtiyên li Xerabê Bava, ji bo cenazeyên zarokan di sarincan de neyên bicihkirin, ji bo darazeke serbixwe, ji bo azadiyê divê em bibêjin 'Na'. Pêvajoya referandûmê, ji bo kurdan û yên bindest pêvajoyeke zaf girîng e. Kesên gund û bajarên wan hatin rûxandin, ji bo rawestandina vê zilmê divê em bertekên xwe nîşan bidin. Em ê ji feraseta ku wekîlên gel xistin girtîgehan re bibêjin 'Na'. Ji bo rawestandina pêkanînên li herêma me, ji bo rawestandina vê feraseta qirêj, ji bo hawirdoreke ekolojîk, ji bo vegerîna li pêvajoya çareseriyê divê li eniya 'Na'yê vih bê girtin. Niha tu vînek jî nayê qebûlkirin. Qeyûm vîna herêmê qebûl nake. Navend wekîlan digire û dixwaze vînê ji holê rabike. Di nava dîwarên ekvirî de şaredarîvanî tê kirin. Lê ev ne şaredarîvanî ye, ev dagirkerî ye. Ji bo rawestandina vê em ê bibêjin 'Na'."
Aziz Oruç / Ozgur Paksoy - dîhaber