MÊRDÎN - Siyasetmedar û hiqûqnas Hasîp Kaplan, têkildarî referandûmê diyar kir ku mijara dengdayîna li bajarên hatine hilweşandin gelekî girîng e û wiha axivî: "Şirnex ji sedê 75 hatiye hilweşandin. Hilbijêrên li wir dê çawa dengê xwe bikar bînin? Divê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê bibîne."
Endamê Koma Diyalogê û Siyasetmedar Hasîp Kaplan têkildarî referandûma dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê û 18 madeyên guherandina Qanûna Bingehîn de got, ev referandûm di şertên wekhev de pêk nayê, lê li ser hemû astengiyan jî dengên, "Na" bi ser keve. Kaplan diyar kir, wan di serî de ev şertên ne wekhev dîtine û wiha got: "Me ji destpêkê ve digot partiya îktîdar dê derfetên dewletê û pereyên dewletê bi kar bîne. Îktîdar li dijî alîgirên dibêjin, "Na" gotinên weke, "terorîst" bi kar tîne û bi vê yekê zordestiyê pêk tîne.
'AKP OHALÊ JI BO XWE BIKAR TÎNE'
Kaplan, da zanîn ku rewşa OHAL'ê jî bandora xwe li ser vê pêvajoyê bi awayek neyînî kiriye û axaftina xwe wiha domand: "Di rewşa OHAL'ê de xebata wekhev ne mumkin e. Ji ber ku îktîdar OHAL'ê ji bo xwe bi kar tîne. Bi KHK'yekê dikare her tiştî li gor xwe biguhere. Ji xwe ev yek kirin û hemû çapemeniya muxalîf xistin bin çavan, girtin, dest danîne ser televîzyon, radyo, kovar û rojnameyan. Dema em van yekan esas digirin, rewşek newekhev derdikeve holê."
'DÊ GELÊ ŞIRNEX Ê ÇAWA DENGÊ XWE BI KAR BÎNE?
Kaplan, der barê bajarên Kurdistanê yên ku sala borî di demên qedexeyên derketina kolanan de hatin hilweşandin jî ev tişt gotin: "Dema em bi taybetî li ser Cizîr, Şirnex, Gever, Nisêbîn û Hezexê radiwestin, li van deran rewşek gelek xerab heye. Li gor tespîtên hatine kirin ji van bajarên 650 hezar kes hatine koçkirin. Ev teqabulî ji sedî 2'yê dengan dike û ev rêje bandorek zêde li ser hilbijartinê dike. Mînak li Şirnexê bajar ji sedî 75 hatiye hilweşandin. Hilbijêrên Şirnexê wê çawa dengê xwe bi kar bînin? Divê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê bibîne."
2DIVÊ TEVÎ PARTIYÊN SIYASÎ HER KES XEBATA 'NA'YÊ BI RÊ VE BIBE'
Kaplan, anî ziman ku li gel partiyên siyasî yên dibêjin, "Na" berpirsyarî dikeve ser milê her welatiyeke/î ku bibêje, "Na" jî û wiha domand: "Divê partiyên siyasî yeko yeko li hemû malan, dawetan, şahiyan û li her derî bigerin. Dema her kesek, li dengekî dengekê zêde kir, wê demê dê serkeftin were. Divê ji bo peywirdarkirina kesên li ser sindoqan xebatek baş were kirin. Dema mirov lê dinêre li herêmê hemû saziyên sivîl hatine girtin. Dê ev yek gelek zehmetiyan bi xwe re bîne, lê ev ne cara ewil e ku em bi şertên zor û zehmet re rû bi rû dimînin. Rêbazên ku van astengiyan derbas bikin hene û partiyên siyasî dest bi vê yekê kirine. Li gundan, bajarokan, navçeyan û bajaran ger û serdana gel wê serkeftinê bi xwe re bîne.
Kaplan, herî dawî got heke gel baweriya xwe bi gotinên AKP'ê yên weke, "Erê" bîne, dê ev aramiyê neyîne û wiha axivî: "Tu kes êdî baweriya xwe bi derewên AKP'ê nayîne. Bi van ne aştî, ne demokrasî û ne jî aramî nayê. Ev dixwazin bibin partiya dewletî û hemû hêza dewletê têxin destê kesekî. Ev referandûm ê qedere gel diyar bike. Divê her kes bifikire, bifikire û dengê xwe bide. Da paşê rondikan nebarînin."