BERLÎN - Di navbera Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel de hevdîtinek pêk hat. Gabrîel piştî hevdîtinê diyar kir ku hevdîtinek dijwar pêk hatiye û bi şibandina Naziyan sînor hatiye derbaskirin.
Aloziya di navbera Elmanya û AK Partiyê ya piştî girtina rojnamegerê rojnameya Die Welt yê nûçegihanê Tirkiyeyê de derketibû têkiliyên her du welatan xirab bû. Serokomar Tayyip Erdogan roja yekşema borî piştî şibandina "Nazî" kiribû ji Elmanyayê bertek hatibû nîşandan.
SAETEKÊ ZÊDETIR HEVDÎTIN PÊK HAT
Piştî aloziya siyasî ya di navbera Tirkiye û Elmanyayê îro li Berlînê hevdîtinek pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sigmar Gabriel li Berlînê di otelekê de nêzîkê saetek nîv hevdîtin pêk anî.
WEZÎRÊ ELMAN: HEVDÎTINEK DIJWAR PÊK HAT
Wezîrê Elman Gabriel piştî hevdîtê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku hevdîtinek dijwar pêk hatiye. Gabrîel derbarê şibandina "Nazî" ya Serokomar Erdogan sekinî û wiha axivî: "Bi vê gotinê sînor derbas kirin. Ev alozî zirarê dide Tirkiye û Elmanyayê."