NAVENDA NÛÇEYAN - 174 şaredariyên Endamê Partiya Sosyalîst a Ewropa li Brukselê ji bo Hevserokên Girştî yên DBP'ê ku girtî tên darizandin kampanya "azadiyê" dan destpêkirin. Biryar dan ku nameyan ji hikûmeta Tirkiye re bişînin.
Yekîtiya Şaredariyan ên endamê Partiya Sosyalîstên Ewropa (PES) li Paytextê Belkîça Brukselê civîn pêk anîn. Civîn li Navenda Yekîtiya Partiyên Sosyalist pêk hat. Di civînê de nûnerên şaredariyên Londra, Barselona, Paris, Berlin, Roma, Varşova, Bruksel, Madrid, Hamburg û Stockholmê ji dinavde 174 şaredariyan amade bûn. Li gel Şaredaran bi hezaran endamên şaredariyan amade bûn. Dîsa Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek ku nêzî 80 şaredariyên wan qeyûm hatine tayinkirin jî beşdar bû. Di encama civînê de endamên PES’ê biryar dan ku ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên girtî û hevşaredarên DBP’ê yên girtî kampanya "azadiyêê bidin destpêkirin. Dîsa biryar hat dayîn ku Parlamentoya Ewropa dê li ser partiyan xebatê bide meşandin û nameyan ji hikûmeta Tirkiye re bişînin û zextan li ser wan çêkin. Di civînê de hat diyar kirin ku dê ji bo hevşaredarên DBP’êazadiyê bixwazin.
Di civînê de Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di hilbijartina 28'ê Adara 2014'an de 103 şaredarî bi dengê gel stendine. Yuksek, anî ziman ku şaredari bi piştgiriya mezin a gel stendin û li gel hemû astengiyên hikûmeta navendî beyî cudahiyê têxe nava reng, bawerî û cudahiyên nava civakan xizmetek girîng da û wiha got: "Di aliyê çareseriya civakî, çandî û xizmeta bingehîn de gavên mezin avêt. Li gel astengiyan bi zimanê herêmê xizmet da û di şaredariyan de pergala wekheviya mêr û jinê ava kirin. Bi pergala hevşaredariyê di qada tevlêbûna siyasî de gavên mezin avêt. Dîsa di qada razemeniya aborî û îstîhdamê de xebatên girîng meşandin. Lê niha qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin û ev destkeftin ji destê wan derxistin."
Yuksek, da zanîn ku hevşaredarên bi hilbijartinê hatin ser kar hikûmeta AK Partiyê di 11'ê Îlona 2016'an de bi qeyûmê ji kar girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin û wiha got: "Heta niha qeyûm tayînî 82 şaredariyan hatin kirin. 82 hevşaredarên me hatin girtin. Endam û rêveberên partiya me ji di navde bi hezaran kes hatin girtin. Sedema tayînkirina qeyûmê bi tevahî ji ber ku hemû şaredarî bi vîna gelê kurd û welatiyên muxalif hatine hilbijartin. Bi vî rengî li dijî vîna gel darbe pêk hatiye. Li dijî feraseta pir zimanî, pir çandî, pir baweriyê, pergala hevşaredarî û saziyên jinan darbe pêk hatiye.
Hikûmeta AKP'ê di bin navê terorê de şaredariyên me desteser kiriye. Em dipên ku hemû şaredarî piştgiriyê bidin şaredariyên me. Ya di bin êrîşê de ye vina gel e. Demokrasî û azadiya gelan e. Divê em bi hevre li demokrasî û azadiyê xwedî derkevin."