Yildirim: OHAL dê 3 mehên din direj bibe

ENQERE - Serokwezîr Binalî Yildirim, diyar kir ku dê OHAL 3 mehên din dirêj bibe

Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim beriya ku biçe Kibrisê li Koşka Çankaya bi çapemeniyê re hat cem hev. Yildirim diyar kir ku OHAL ku di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû îlankirin dê dîsa bê dirêjkirin. Yildirim anî ziman ku OHAL 3 mehên din hatiye dirêjkirin. Bi vî rengî aşkere bû ku dê referandum di şertê OHAL'ê de pêk bê. OHAL piştî referandumê 3 roj şûnde di 19'ê Nisanê de bi dawî bibe. Bi dirêjkirina 3'emîn OHAL salek xwe tije dike.