AMED - Heyeta CHP'ê ku parlamenterên CHP'ê jî di navde hebûn di çarçoveya xebatên referandumê de hatin Amedê. Heyetê diyar kir ku dê li Amedê bi awayekî hêz "Na" derkeve.
Heyeta CHP'ê di çarçoveya xebatên referandumê de hatin Amedê. Di nava heyetê de Parlamenterê CHP'ê û Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel, Parlamenterê Stenbolê Sezgin Tanrikulu Parlamenterê Kirklarelî Vecdi Gundogdu jî di navde hatin li navçeya Sûrê esnaf ziyaret kirin. Piştre civîn pêk anîn Di civîna ku Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û rêveberên CHP'ê jî amade bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, diyar kir ku dê bi tevlêbûna parlamenteran xebatên wan ên li Amedê berdewam bikin.
ME XÊR/NA DÎT
Parlamenterdê CHP'ê yê Kirklarelî Vecdi Gundogdu, diyar kir ku hêj me tişte negot ew dibêjn "Na" û wiha axivî: "Berî her tiştî di nava 18 xalên bên guhertin de xwe nabînin. Gel bê hêvî û bê bawerî ye. Diyar dikin ku dê bêjin "Na" Embang li gel dikin ku biçin ser sindoqan. Ger ku ji sedî 85 biçin ser sindoqan, dê li Tirkiye 'Na' derkeve."
Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozel jî anî ziman ku îktidara AKP'ê 15 salan li ser kar ma û ne xizanî, ne betalî, ne pirsgireka aborî ji holê rakir û wiha got: "Me li Amedê dît bu bê aramiyek mezin heye. Yên li Tirkiye dibêjin 'Erê" dixwazin eniyê çêkin. Di 16'ê Nîsanê de dê 'Na' bibe destpêka heviyek nû.
‘EM LI DENGÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN'
Ozel, xwest her kes biçin ser sindoqan û li pêşeroja xwe xwedî derkevin û wiha got: "Em bêjin 'Na' û deriyê xêrê li pêşeroja xwe vekin. Wekî li çar aliyê Tirkiye em dê li Amedê jî ji bo 'Na'yê bixebitin. Me li Sûrê dît ku hikûmetê gelek soz daye û lê sozek jî pêk neanîye.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku Qanûna Bingehîn peymana nava civakê ye. û di şertê OHAL'ê de nayê amadekirin û wiha got: "Di şertê OHAL'e de qanûn nayê avakirin. Tişka ku AKP bike divê berî her tiştî rewşa asayî ava bike. Divê aştiya navxweşî pêş bixe. Gotina Erê parastina zilmê ye. Ji ber vê yekê em dê du caran bêjin "Na" Hilbijêrên Amedê jî di vê ferqê de ne û dê bêjin 'Na' Hemû şaredariyên Amedê qeyûm hatine tayînkirin. Qeyûmên hatine tayînkirin jî dest ji karê xwe berdane û bi karê karkeran dilîzin.