Koçyîgît: 8'ê Adarê hêrsa jinan veguherand raperînê

AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand û got, polîtîkayên tirsê û çewisîner ên bi OHAL'ê re xwestin biafirînin, bi berxwedana 8'ê Adarê hatiye şikandin û jinan hêrsa xwe veguherandiye raperînê.

Îsal, li dijî hemû polîtîkayên çewsîner û şidetê yên dewletê û Rewşa Awarte (OHAL) jî ji aliyê jinan ve 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coşeke mezin li qadan hat pîrokirin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, çalakiyên 8'ê Adarê nirxandin. Koçyîgît, dest nîşan kir ku li gel OHAL'ê jî her rojeva jin 8'ê Adarê bû û got, di rewşeke wiha de jî li qadan hatiye pîrozkirin. Koçyigit, diyar kir ku jinan ji nêvenga şidetê re gotiye "Êdî bes e".

‘DI 8'Ê ADARÊ DE HÊRSA BÊDENG VEGUHERÎ RAPERÎNÊ'

Koçyîgît wiha got: "Dema mirov li çewisandin û coşa li qadê dinihêre, a rast tê xuyakirin ku ev çewisandin bê kêrî tiştekî nayên. Yanî gavek ji aliyê jinan ve hatiye avêtin." Koçyîgît, dest nîşan kir ku polîtîkayên tepisandin, tirs û çewisandinê yên AK Partiyê heta cihekî bi kêr hatine, lê belê piştî demekê raperîneke nû bi xwe re daye destpêkirin. Koçyîgît, ragihand ku li dijî van çewisandinan li jinan jî hêrseke mezin peyde bûye û got, bi 8'ê Adarê re ev hêrs sîrayetî qadan kirin û veguheriye raperînê.

Koçyîgît, dest nîşan kir ku di 8'ê Adarê de jinan careke din nîşan daye ku ew pêşengê pêvajoyê ne û wiha axivî: "Li pêş me pêvajoya referandûmê heye. Jin baş dizanin ev zaf birîsk e. Baş dizanin ku dê ev guherandin çi ji wan kêm bike û wan ber bi tarîtiyeke çawa ve bibe. Ji ber vê yekê, bi awayekî xurtir juyanê bêrixistin dike. Di vê pêvajoyê de, jin di wê astê de ne ku dikarin pêngava demokratîkbûyînê pêk bînin. Ev watedar e. Çimkî, siyaseteke xitimandî heye. Tarîtiyek heye. Ya ku dê vê tarîtiyê tarûmar bike jî jin in û vê dikin jî."

‘POLÎTÎKAYA TIRSÊ BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ HAT ŞIKANDIN'

Koçyîgît, diyar kir ku di çalakiyên 8'ê Adarê de dirûşmeyên "Na"yê her berz bûn û dest nîşan kir ku, li qadan dirûşmeya sereke û rengê sereke "Na" bû. Koçyigit diyar kir ku polîtîkayên tepisandin û tirsê, bi ruhê 8'ê Adarê hatin şikandin û wiha domand: “Jinan li dijî polîtîkayên çewisîner meydan kirin. Li qadan careke din daxuayndin ku ew doza azadiyê dikin. A rast ev raperîneke jinê bû. Bi taybetî jî meşên şevê yên feminîstan zaf watedar bû. Di navbera meşa bi sedhezaran jinî ya li New Yorkê li dijî Trump hatin kirin û meşên şevê ya li Stenbolê de tu ferq tune bû. Di 8'ê Adarê de bi deh hezaran jin wek lehiyê herikîn qadan. Ev arperîneke jinê ye. Divê mirov vê bibîne. Her diçe li Tirkiyeyê raperîneke jinan mezin dibe. Û diherike. Li gel şert û mercên OHAL'ê ev tê kirin. Ev di heman demê de meydankirina li dijî pergala serdest e. Li dijî vê pergalê em bi rastiya jinê ya 'Na'yê bi rê ve dibe re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, dê jin pêşiya pêşeroja Tirkiyeyê vebike. Di 8'ê Adarê de me hemûyan şahidiya vê kir."

‘DÊ RUHÊ 8'Ê ADARÊ BI AGIRÊ NEWROZÊ RE BIBE YEK'

Koçyîgît, anî ziman ku ew bi vê bawerin ku dê jin ruhê 8'ê Adarê veguhêzînin qada Newrozê jî û ragihand ku dê di vê Newrozê de rengê jinê li pêş be û wiha axivî: "Dê jin xwedî li nasnameya xwe derkevin û biçin wê qadê. Newroz berxwedêriya jina kurd nîşan dide. Ji ber vê, dema rastî û têkoşîna jina kurd xwe digihîne agirê Newrozê, wateyeke cuda xwe xwe dide der. Di serî de jinên kurd, dê hemû jinên gelên din jî ref bi ref berê xwe bidinê. Çimkî, ev serdem serdema jinê ye. Dê bibe sedsala jinan. Her wiha dê 16'ê Nîsanê jî bi heman rengî be. Dê 16'ê Nîsanê pêvajoya têkçûyîna AKP'ê û feraseta paşverû be. Dê ev herî baş di Newrozê de xwe nîşan bide. Em ê di Newrozê de careke din bibînin ku ka 16'ê nîsaneke çawa tê û raperîna jinê çawa xwe birêxistin kiriye. Ji ber em her kesî vedixwînin Newrozê."

Semra Turan / Ozgur Paksoy - dîhaber