ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, têkildarî xistina parlamenterî û endamtiya Hevseroka Gişti ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir ku perçeyê darbeya siyasî ya navendiya Serokomariyê ve hatiye meşandin û wiha got: “Di rojeva me de kongre û hevserokatiyek nû tune. Yuksekdag dîsa Hevseroka me ya Giştî ye."
Parlamenterên HDP'ê Ali Atalan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Dîlek Ocalan, Erdal Ataş, Erol Dora, Huda Kaya, Mehmet Alî Aslan, Mîthat Sancar, Muslum Dogan Saadet Becereklî, li meclîsê civina çapemeniyê pêk anîn û xistina endamtiya Hevseroka Giştî ya Figen Yuksekdag a ji partiyê şermezar kirin. Li ser navê komê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar daxuyanî da. Sancar, ani ziman ku xistina Yuksekdag ne tesadufî ye û wiha got: "Ev perçeyê darbeya siyasî ye. Hevseroka me ya Giştî Figen Yuksekdagê berê hinceta mahkumiyetê nîşan dan û parlamenteriya wê xistin. Di 21'ê Sibatê parlamenteriya wê xistin. Ev bi tevahî li dijî hiqûqê bû. Niha jî endamtiya wê xistin. Ev hemû perçeyê operasyona siyasî ye. Ev encama derbeya siyasî ye. Ev doza ku li Yuksekdag hat vekirin bi tevahî keyfî ye. Bi hinceta beşdarî bîranînê bûye doz lê hatiye vekirin û ceza lê hatiye birîn. Hemû li dijî Qanûna Bingehîn in. Hem jî li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye. Heyeta dadgehê qanûna Bingehîn, Dadgeha bilind, DMME yek jî li ber çavan negirtiye û tune hesibandiye."
Sancar, anî ziman ku ji bo vê bê hiquqiyê ji holê rakin serî li Dadgeha Îdarî dane û ev kar ji aliyê Serokê meclîsê ve tê venêrtin û wiha berdewam kir: "Ji xwe me serî li DMME'ê jî daye. Serdozgeriya Dadgeha Bilind endamtiya Yuksekdag û Hevserokatiya wêxistiye. Lê divê Dozgeriya Komarê agahiyê ji navenda me re mişîne. Em dê biryarê bidin. Lê serdozger zagon û rêgez binpe kirine. Ev operasyona siyasî ye. Biryar ji aliyê Navendiya Serokomariyê ve hatiye girtin. Hedefgirtina Yuksekdag ne tesadifî ye. Ev berdewama darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê ye. Ev ji komkujiya li Pirsûsê pêk hat ne serbixwe ye. Ev operasyon li dijî hêza fikra HDP'ê ye. Komkujiya li Enqereyê jî bi heman pêk hatiye."
HEDEFGIRTINA YUKSEKDAG HEDEFGIRTINA HDP'ê ye
Sancar, anî ziman ku HDP fikrê bi ruh dike û hevparên wê yên xurt hene Ji ber vê yekê Yuksekdag kirine hedef. Hedefgirtina Yuksekdag, hedefgirtina fikrên HDP'ê ye. Lê HDP li dijî hemû êrîşan yekitiya xwe dipareze û di ber xwe dide. Hemû cudahiya di nava HDP'ê de sedema berxwedane me ye. Li gel ku hevserokên me, parlamenterên me hatine girtin jî bu tu awayî HDP nehejiya ye. Dijberî vê yekê em bêtir xurt bûne."
GEL YUKSEKDAG HILBIJARTIYE
Sancar, anî ziman ku Yuksekdag ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û gel dikare wê ji peywirê bigire. Xistina endamtiya wê û parlamenteriya wê desteserkirina vîna gel e. Figen Yüksekdag wekîla me û Hevseroka Partiya me ya Giştî ye. Ev operasyon siyasî ye û ji aliyê Navendiya Serokomarê ve pêk hatiye. Di rojeva me de kognre tune. Em Hevserokan ji nûve hilnabijêrin. Em dubare dikin Yuksekdag Hevseroka me ya Giştî ye. Kongre di roieva me de tune ye."