Nameya Demîrtaş hat sansorkirin

ENQERE - Nameya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku beriya 2 hefteyan ji bo civîna partiyê şandibû, piştî rojan bi awayekî sansorkirî radestî rayedarên HDP'ê kirin.

Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Ayhan Bîlgen, di salona civîna HDP'ê ya Meclîsê de derbarê rojevê de daxuyanî da.
Bîlgen, diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hefteya bihûrî xwest ji civîna partiyê re nameyekê bişîne lê nameya ku bi awayekî keyfî ne dan wan, niha bi sansor kirî dane wan.

JI NAMEYA 3 RÛPEL TENÊ RÛPELEK Û NÎV MAYE

Bîlgen ku nameya 3 rûpel a hatiye sansonkirî nîşanda wiha got: "Me nameya ku hevserokê me ji bo civîna du hefte berê ya partiyê şandibû û ne gihiştû bû destê me girt. Ev ji bo Tirkiyeyê şermeke. Ev valahî hatine sansorkirin. Em ê niha vê nameyê bi we re parve nekin. Em ê di civîna hefteya bê ya partiyê de parve bikin. Di nameyê de nirxandinên li ser dîroka siyasî ya Tirkiyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn hene. Lê di van rûpelan de tenê hevokek û nîv heye. Hûn ji vê ditirsin. Hûn ji agahdarbûna gel a ji du hevokên hevserokê me ditirsin. Hûn çawa ji poesterên ku li ser nivîsîne 'dest nede vîna min' ditirsin hûn wiha ji nameyê jî ditirsin. Di vir de çi hatiye nivîşan bila aşkera bikin. Di kîjan aliyê vê de ferman heye? Ev di dîroka demokrasiyê ya Tirkiyeyê de şermek mezine. Ev pêkanîna şêwirmedan dide xuyakirin ku çima ji parlamenterên me yên wekî Ahmet Turk ditirsin."

'JI BO GIRTINÊ HÛN LI TIŞTEKÎ DIGERIN?'

Bîlgen, bi bîrxist ku piştî rojan şêwirmendê HDP'ê derxistin dozgeriyê û wiha got: "Gotin ku ji ber karên zêde yên dozger nikarin şêwirmendan derxînin dozgeriyê. Hevalên me yên ku tenê peywira wan karkerên zanistîne çima dikin hedefên siyasî? Ji cihekê li benda agahiyekê ne? li holê delîlek jî tune ye ji bo girtinê hûn li tiştekî digerin?"

'EM HIKÛMETÊ BI VEKIRÎ HIŞYAR DIKIN'
Bîlgen, balkişand ser nîqaşên ku dê di girtîgehan de êrîşek wekî ya 19'ê Kanûnê destpê bike û wiha pêde çû: "Nîqaşên li ser dê girtîhegan de operasyonên wekî 19'ê Kanûnê destpê bikin tên kirin. Em hemû dizanin ku ne tenê girtiyan hemû Tirkiyeyê çi jiyan kir. Erdogan diyar kiri bû ku 'dê ne tenê kesên ji Sûriyeyê eleqedar bike' û danî bû holê ku berpirsyar ewe. Lê bi dîmenên şaş ev parastibû. Em ji be hewldanên ji bo krîza 19'ê Kanûnê hikûmetê bi awayekî vekirî hişyar dikin."

'TECRÎR BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN E'

Bîlgen, bi lêv kir ku derbarê doza cemaeta Fetulah Gulen de îdîayên berbiçav derketine holê û wiha axivî: "Ger ji bo van îdîayan ku dê wan jî bigihîne dawiyê ji raya giştî veşêrin dikin dê ji vê saetê û pêde bikarin serwan de bigirin. Tecrîda li girtîgehan wekî girtinên bêmaf binpêkirina mafê mirovane. Di hucreyên yek kesî de girtina hevserok, parlamenter û hevşaredarên me îşkenceye. Ger hûn li peymanên ku Tirkiyeyê îmzekirine binêrin hûnê baş bibînin. Ev bi xwe binpêkirina mafê mirovane."

24.11.2016 - 13:41:54