‘Neçûyîna ser sindoqan tê wateya 'Erê''

AMED - Serokên giştî yên kurd HAK-PAR û OSP ên daxuyandin ku ew ê di referandûmê de bibêjin 'Na', diyar kirin ku guherandina Qanûna Bingehîn a heyî bi tu awayî bi kêrî kurdan nayê û gotin, neçûyîna ser sindoqan tê wateya "Erê".

Partiyên kurd diyar kirin ku, ew ê di referandûma ji bo guherandina Qanûna Bingehîn de bibêjin "Na".

‘BI VÊ GUHERANDINÊ RE KÎJAN PERGAL BÊ BILA BÊ, DÊ PIRGIRÊKA KURD ÇARESER NEKE'

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek, diyar kir ku ew ê li ser biryara hevpar a meclîsa partiya wan di referandûmê de dengê "Na"yê bi kar bînin û got, pêşnûmaya guherandina heyî dê ji bo pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê tu tiştî neyîne. Çiftyurek, dest nîşan kir ku ji pergala parlementerî, serokatî yan jî nîv-serokatiyê bêtir, divê mirov lê hay bibe ku evana dê çawa bi rê ve biçin û wiha got: "Li vî welatî bi salan e pergala parlementeriyê heye, lê me tu varî nedît ji bo pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê tiştek aniye. Di pêşnûmaya guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn de jî tu tişt tune ye. Bi vê guherandinê re kîjan pergal bê bila bê, dê pirsgirêka kurd çareser neke."

‘EM JI XETA YEKPEREST Û NÎJADPEREST RE DIBÊJIN 'NA''

Çiftyurek, dest nîşan kir ku hikûmet tim hebûna kurdan wek xetereyekê dibîne û got, piştî destkeftiyên li Kurdistana Federe û Rojavayê ber bi xeteke yekperest û nîjadperest ve çûye. Çiftyurek wiha got: "AK Partî bi hestên nîjadperest bi MHP'ê re li hev kir. Beriya her tiştî em ji vê re dibêjin 'Na'." her wiha Çiftyurek got, li welat gelek nîjad, ziman, ol û bîrdozî jî hatine tunekirin.

Çiftyurek, diyar kir ku li welat gelek pirsgirêkên girîng ên wek pirsgirêka kurd, pirsgirêka demokrasî, pirsgirêka betaliyê hene, lê hikûmet tenê bala xwe daye ser pergala serokatiyê û got, dê guherandina heyî tu carî van pirsgirêkan çareser neke.

‘DIVÊ EM BI HEV RE BIBÊJIN 'NA''

Çiftyurek, dest nîşan kir ku AK Partî û MHP bi temamî li ser dijberiya kurdan tifaqî çêkirine û got, di vê guherandinê de ji bo kurdan tu tişt tune ye. Çiftyurek wiha domand: "Heke ew karibin bên gel hev, çima gelên bindest û yên nayên hesibandin nikaribin bên gel hev? Heke em di pêvajoyeke wisa krîtîk de neyên gel hev û sekneke hevpar nîşan nedin, em ê kengî bên gel hev? Çawa ku ew bi hev re dibêjin 'Erê', divê em jî bi hev re bibêjin 'Na'."

‘NEÇÛYÎNA SER SINDOQAN TÊ WATEYA 'ERÊ''

Çiftyurek, diyar kir ku neçûyîna ser sindoqan tê destekkirina "Erê" û wiha axivî: "Li Sûrê malên me bi ser serên me de rûxandin. Ji bo vê divê em bêjin 'Na'. Bajarê me yê qedîm Şirnexê rûxandin, ji bo vê divê em bibêjin 'Na'. ya herî girîng divê em ji bo zimanê xwe yê dayikê bibêjin 'Na'. Heke li herêmê 'Na'yek hêzdar derkeve, wisa difikirim dê hikûmet neçar bimîne ku pirsgirêka kurd çareser bike."

‘DI ŞERT Û MERCÊN OHAL'Ê DE REFERANDÛM NABE'

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refik Karakoç jî diyar kir ku, wan wek partî her tim diyar kiriye ku divê welat ji qanûna bingehîn a leşkerî bê dawerivandin û pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye û wiha got: "Hemû guherandinên wek pîneyan ên Qanûna Bingehîn, heta niha bi kêr nehatiye dê ya niha jî bi kêr neyê." Karakoç, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoya OHAL'ê de û ji rojnamger, siyasetmedar û akademîsyenan bigire bi ehzarn kes girtî ne û wiha got: "Di nêvengeke wisa de referandûm an jî hilbijartin çênabe. Ji xwe terha guherandina hat kirin jî ne huqûqî ye. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."

‘DÊ OTOKRASÎ BÊ'

Karakoç, dest nîşan kir ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê welat ber bi otokratîkbûnê ve biçe û wiha axivî: "Dê bi vê guherandinê re hemû raye li ber destê kesekî kom bibin û em hemû jî baş wî kesî nas dikin. Dê ev guherîn tu tiştekî erênî ji bo gelê kurd neyîne, berkesê vê dê tiştên xerabtir bîne. Ji ber vê jî em dibêjin 'Na'." Karakoç, diyar kir ku rewşa welat ya niha ji xwe nîşan dide ku bê ka çi qas ji krîterên Yekîtiya Ewropayê (YE) dûr ketiye û heke ev guherandin bê qebûlkirin dê bi temamî her tişt winda bibe û wiha got: "Ev jî tê wateya bi temamî dûrketina ji demokrasiyê. Demokratîkbûyîna welat tê wateya çareserkirina prisgirêkan, lê heke 'Erê' derkeve dê ev rewş bi temamî ji holê rabibe. Ji bo vê jî em dibêjin 'Na'." Her wiha Karakoç, diyar kir ku heke di referandûmê de "Na" derkeve dê ev ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiya welat rê li ber pêdiviya qanûneke bingehîn a nû vebike.

Karakoç, diyar kir ku wek ferdên li vî welatî û wek partî hemû guherînên li welat wan eleqedar dikin û wiha got: "Divê em kurd bibêjin 'Na'. Divê em hemû li dijî vê guherandinê bi vîna xwe tewra xwe nîşan bidin. Divê her kes baş bizanibe ku neçûyîna ser sindoqan tê wateya 'Erê'."